Piştî ‘Pêvajoya çareseriyê’ herî kêm 2 hezar û 289 jin hatin kuştin
- jin
- 09:01 05/4/2021
Di serdema pêvajoya aştiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotinên “Li welatek ewqas jin tên kuştin, ez nikarim bibin endamê vê dewletê” bertek nîşanî kuştinên jinan dabû. Ji roja hevdîtinên bi Ocalan re hatin qûtkirin û tecrîd hat kûrkirin yanî ji pêvajoya çareseriyê heta îro herî kêm 2 hezar û 289 jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dan.