Jin wê li Wan û Amedê ji bo Peymana Stenbolê bimeşin
- jin
- 09:00 04/4/2021
Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê tevî TJA'yê di meha Nîsanê de li Wan û Amedê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê meşeke hevpar li dar bixe.
Meclîsa Jinan a HDP'ê, dê tevî TJA'yê di meha Nîsanê de li Wan û Amedê li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê meşeke hevpar li dar bixe.
Jinên ku nerazîbûna xwe ya li dijî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê anîn ziman gotin: "Ji jinan ditirsin." Jinan, detnîşan kir ku heya mafê xwe bi dest nexin dê li kuçeyan bin.
Li navçeya Kocasînan, li kêleka rê cenazeyê jineke nasnameya wê nediyar hat dîtin.
Şukriye Bûlgûrcû ya li navçeya Kuçukçekmece dijiya, li mala xwe bi awayekî biguman mirî hat dîtin.
Peyvirdara Xizmetên Civakî ya CADA ya Firansayê Emîne Kiliç, têkildarî vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ya ku jinên penaber jî diparêze, anî ziman ku ji ber peyman mafê jinên penaber jî diparêze, divê hemû komeleyên penaberan bibin yek û peymanê biparêzin.
Jinên gundê Kuçukkaleyê nerazîbûna xwe ya ji bo çêkirina kanên mermeran anîn ziman û destnîşan kirin ku wekî zarokên xwe li darên xwe yên zeyntûnan miqate ne û wê qebûl nekin ku darzeytûnên wan bibin qurbana kanên mermeran.
Parêzer Alî Aydin, anî ziman ku muwekîlê wî telefonî wî kiriye û jê pirsiye "Gelo ez dikarim welayeta zarokê xwe wergirim?" Parêzer Aydin got: "Pirsên bi vî rengî pir tên kirin. Ev jî nîşan dide ku mêr dibêjin qey xwediyê gelek mafan e."
Rêxistinên jinan, destnîşan kirin ku li dijî êrîşên li ser jinan "Plana Çalakiyê ya Tevdîra Lezgîn" pêdiviyeke bivê nevê ye û got: "Hevdîtina mezin a jinan şert e. Divê hêrsa jinê xwe birêxistin bike. Destpêka vê dibe ku greva jinê ya mezin be."
Piştevaniya Şîşlî Erfalê bertek nîşanî betalkirina Peymana Stenbolê û veguhestina Nexweşxaneya Şîşlî Etfalê da û got ew dev ji Peymanê jî û ji Etfalê jî bernadin.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya meha adarê aşkera kir û li gorî raporê 28 jin hatin kuştin. Mirina 19 jinan jî bi guman e.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'a Enqereyê Zeyno Bayramoglû ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn got: "Heger ji deh payên vê pêkanînê payek tenê ji bo mêrên tahdeyê dikin bikirina, îro nikaribûne dest bidana mûyek porê jinekê jî."
Cezayê li bersûcê Emîne Bûlût Fadaî Varan hatibû birîn, ji aliyê Îstînafê ve hat erêkirin. Parêzerên malbata Bûlût wê dosyeyê bişînin Dadgeha Bilind.
Mamosteya ku diyar kir midurê dibistanê tacîzî wê kiriye, bi giliya midur bû bersûc. Dozger ji mamoste re ceza xwest.
Meclîsa Jinan a HDP’ê, derbarê feskirina Peymana Stenbolê de, serî li Şûreya Dewletê da.
Fatma Altinmakas, piştî tecawizî wê hatibû kirin, zilamê pê re zewicandîbû ew kuştibû. Parêzerê Altinmakasê Mîr Bedirhan Ayaz, diyar kir ku lêpirsîn baş nehatiye kirin û dê giliyên kesên ji bo cinayetê "biryarên hevpar" girtine bikin.