'Cezayên pereyî yên tên birîn tahdeyeke aborî ye'
- jin
- 09:00 01/4/2021
Endamên Platforma Jinan a Mêrsînê ji bo şermezarkirina biryara derbarê Peymana Stenbolê de meşek li dar xistibûn. Ji ber vê meşê li 6 endamên platformê cezayê pereyî hat birîn. Jinan diyar kir ku cezayê hatiye birîn tahdeyeke aborî ye û dê tim li kuçeyan bin û bitêkoşin.
