TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
- jin
- 14:13 18/7/2020
TJA’yê bertekî nîşanî girtina jinan ku endam û rêveberên wê jî di nav wan de hebûn da û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşan nerawestînin.
TJA’yê bertekî nîşanî girtina jinan ku endam û rêveberên wê jî di nav wan de hebûn da û diyar kir ku dê têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşan nerawestînin.
Hevsroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas, bal kişand ser tacîz û tecawiza li bajarên Kurdistanê û diyar kir ku tacîz û tecawiza li bajarên Kurdan pêş dikeve ne tesadufî ye. Almas, da zanîn ku ji ber polîtikayên bê cezahiştinê sûcê li dijî civakê bêtir zêde dibe.
Jinên li dijî nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê di çalakiyê dene, diyar kirin ku Peymana Stenbolê misogeriya jiyana wane û gotin: “Li gorî daxwazan, dê wisan bi rehetî dê neyê rakirin.”
Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku çi dema ku desthilatdarî Peymana Stenbolê rabike, wê tundiya li dijî jinan zêdetir bibe û got: “Rakirina Peymana Stenbolê cinayet e.”
Hevseroka HDP’ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, derbarê hevdîtina sibe li bajêr bê lidarxistin de diyar kir ku ewê li dijî êrîşên li ser jinan helwesteke hevpar nîşan bidin û hemû jin vexwendin hevdîtinê.
Meclîsa Jinan a HDP'ê û TJA, bi boneya balê bikişînin ser jinên tên kuştin dê sibê li Agiriyê bicivin û meşekê li dar bixin. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr bang li hemû jinan kir û xwest tev li meşê bibin.
Jinan, diyar kirin ku Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya wan a herî girînge û gotin: “Divê baş bê zanîn ku, em bi biryarin mafê jinan biparêzin.”
Keyaya taxa Hasankeyfê Mesmegul Ozdemîr a li Bazîdê bi xebat û kirinên li taxê xwe xistiye dilê her kesî û xelkê taxê jî ji keyaya xwe hez dike.
Bertekên li dijî çawîşê pispor A.A. yê li Taxa Navenda Şirnexê êrîşa zayendî li dijî zaroka keç a 13 salî pêk anî didomin. Li Şirnexê bi pêşengiya KESK’ê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Kesên ku êrîşên zayendî pêk tînin û sûcdaran diparêzin, xwedî heman hişmendiyê ne. Kesek bila bi sebra me nelîze. Em ê nehêlin ku kesek destê xwe dirêjî pêşeroja me bike.”
Li Sîlopiya jinan bertek nîşanî hedef girtina peymana Stenbolê û binçavkirina jinan a li Amedê da û gotin: “Em ê bêdeng nebin, em berxwedan bi xwe ne."
Jinên siyasetmedar ên li Şirnexê bertek nîşanî destdirêjiya li dijî zarokekê keç pêk hat dan û gotin: “Bûyera ku îro li Şirnexê qewimî bûyerek ne ji rêzê ye. Ev bûyer encamên polîtîkayên ku hikûmetê bi salane li Şirnexê bicîh kirine. Em ê hesap bipirsin û bêdeng nemînin.”
Siyasetmedarên jin bertek nîşanî operasyonên li dijî jinan dan û diyar kirin ku jin, bi têkoşîna xwe pêşî li civakê vedikin û ji ber ku pergalê tê xwestin bê avakirin asteng dikin jin di hedefê de ne.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku binçavkirina jinan a li Amedê, encama tirsa AKP û MHP’ê ya ji berxwedana jinê ye û got: “Em li dijî van êrîşna gav paşve ne avêjin.”
Polîsan li Amedê di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin û Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî di nav de gelek jina binçav kirin.