Taşdemîr: Êrîşên li ser hevserokatiyê îdeolojîk in
- jin
- 09:05 17/9/2019
Hevberdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, destnîşan kir ku êrîşên li ser pergala hevserokatiyê îdeolojîk in û got: "Dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin. Dibêjin, hûn ê îtaat bikin, neaxivin, lêpirsînê nekin. Lê li hemberî vê jinên ku otorîteyê dileqînin hene û jin pergala vê pêş ve xistine û derfetên xwe peyda kirine."