Gokkan: Em tacîz, tecawiz û tiryakê li her derê teşîr bikin
- jin
- 16:56 25/9/2019
Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, li salona konferansê ya partiyê gotubêja "Di mijara Têkiliyên Zayenda Civakî de Jin û Aştî" li dar xist. Aktivîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, diyar kir ku dixwazin jinan bi tiryak û fihûşê bê îtîbar bihêlin û wiha got: "Jin êdî ji mêr natirsin. Em tu carî tawîzê ji azadiya xwe nadin. Em tacîz, tecawiz û fihûşê li her derê teşîr bikin."