Polisan çalakiya TJA'yê asteng kir
- jin
- 15:00 30/7/2019
Civîna TJA'yê ya ji bo şahî û çalakiyên 6 mehan ên ku dê bi şîara "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser pêyan" bê lidarxistin, ji aliyê polisan ve hat astengkirin.
Civîna TJA'yê ya ji bo şahî û çalakiyên 6 mehan ên ku dê bi şîara "Ji bo azadî û guherînê tu jî rabe ser pêyan" bê lidarxistin, ji aliyê polisan ve hat astengkirin.
Aktivîsta TJA'yê Zeynep Uren, der barê çalakî û planên kampanya 5 mehan a TJA'yê de agahî dan û wiha got: "Em ê li dijî tacîzkirina ajokarên jin ên di trafîkê de “Karwana Xemrî" ava bikin. Dîsa em ê di mijara "Divê mêrê azad çawa be" perwerde bidin mêr.
TJA ji Neteweyên Yekbûyî (NY) xwest ku 3'ê Tebaxê wekî roja komkujiya Êzidîyan qebûl bikin û bang li hemû jinan kir ku di 3'ê Tebaxê de cilên spî li xwe bikin û qurdêla reş bi xwe vekin.
Parêzer Mehtap Sert, diyar kir ku nîqaşên der barê nefeqeyê de bêwate ne û got: "Heta îktîdar vê yekê nîqaş dike, eger peywira xw ebi cih bîne dikare ji bo jinan kar peyda bike. Dikare ji bo wan fonekê çêbike. Tenê sedemeke nîqaşên ji çareseriyê dûr heye; ew jî tunekirina nasnameya jinê ye."
Endama Komeleya Jinê ya Rozayê Narîn Gezgor, bilêv kir ku bi piranî cinayetên jinan bi asta bîbiriyê ya zilam ve tê girêdan û got, ev rewş sedema sereke ya berpêbûna ber bi jinê ve berevajî dike.
Esnafên jin ên Wanê diyar kirin ku ew ji ber krîza aborî nikarin kar bikin û gotin: “Berê mişteriyên sabît hebûn, lê hemû çûn.”
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku dixwazin bi hedef nîşandana Peymana Stenbolê profîla "jina makbûl" biafirînin û got: "Peymanê zîhniyeta serdest a zilam xera kiriye."
TJA, bi armanca balê bikişîne ser şer, talankerî, komkujî, tacîz, tecawîz û tundiya li ser jin û zarokan dest bi kompanyeya "Ji bo veguherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan” kir û got: "Cîhana me dimire, em cîhana xwe vejînin."
Li Erdîşê, ji bo Sîbel Varli ya bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû hatibû gotin "întihar" kiriye. Lê dayika wê got: "Keça min întihar nekiriye hatiye kuştin." Xwişka wê Hacer Yildiz jî, diyar kir ku stuyê Sîbelê şikiya bû got: "Kî ev tişt anîbe serê xwişka min divê hesab bide."
Fermandariya Cendirmeyan a Dîkîlî, bêyî ku tu hincetekê nîşan bide, Qempa Havînê ya Jinan a ji aliyê Tora Parastina Jinan ve bê lidarxistin, qedexe kir.
Li Bismilê, şaredariyê 100 donim erd tahsîsî 50 malbatî kir û ev malbat hewl didin bi keda jinê aboriya komunal ava bikin. Wê jin berên xwe yên şîn bên bêyî navbeynkaran li bazaran bifiroşin.
Sîbel Varli ya li Erdîşê bi rêk û pêk rastî tundiyê dihat, bi şik û guman jiyana xwe ji dest da.
Meryem Karalok ku ji ber nikare dev ji hevjînê xwe yê bi salane tahdê lê dike berde, çalakiya xwe ya li ber Edliyeya Edeneyê didomîne. Karalok, diyar kir ku hevjînê wê gefan lê dixwe û dibêje ew ê her sê zarokên wê bikuje. Wê Karalok, bi desteka jinan ji bo dev ji hevjînê xwe berde serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bide.
Li Çewligê, jin nanê tendûrê difiroşin. Nanên ku li tendûrên jê re kûzik tên gotin û ji dema ermenan maye tên xistin yek ji nanê herî xweş ê Çewligê ye.
Hevşaredarên HDP'î ku ji bo saziyên jin û navendên ciwanan ên qeyûm girtibûn ji nû ve vekin zend û bend bandan, gotin: "Em ê hewl bidin ku jinên hatine hepskirin xwedîgotin bin."