Gulum: Wê piştevanî û têkoşîn jinan rizgar bike
- jin
- 09:17 16/11/2018
Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku bi mîlîttarîzma zêde bû re şideta dewletê ya li hemberî jinê jî zêde bûye. Gulum got: "Ya dê me xelas bike mekanîzmaya piştevaniyê û têkoşîna bi hev re ye." Gulum, bang li hemû jinan kir ku di 25'ê Mijdarê de li Taksîmê bin.