Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
- rojane
- 12:56 10/12/2024
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got: “Xebatên me yên ji bo diyarkirina roja guncav didomin.”
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê êrişî Bendava Tişrînê kirin û pevçûnên dijwar diqewimin.
Polîs û notirvanên dewleta tirk li navçeya Farqînê 2 welatî bi lêdanê binçavkirin.
Rojnameger Dîlan Dîlok rewşa dawî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Tirkiye dixwaze hêj pergal rûneniştî destkeftiyên kurdan tune bike.”
Li ser rêya di navbera Wan-Erdîşê de rêzeqeza çêbû. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 45 kes jî birîndar bûn.
Nivîskar Nûsret Yildiz ku 30 salan di girtîgehê de ma û di vî 30 saliyî de zêdetirî 30 pirtûk nivîsandin, heya niha tenê karibûye pirtûkekê çap bike.
Fînce Akman a ku di dema daxuyaniya mîtînga "azadî" ya Stenbolê de rastî lêdanê hat û hat binçavkirin, bi rêya parêzerên xwe giliyê polîsan kir û doz li wan vekir.
Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got: "Divê raya giştî ya cîhanê ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê bikeve nava liv û tevgerê."
Navenda Giştî ya DBP'ê têkildarî êrişên li ser Rojavayê destnîşan kir ku tu hêz nikare îradeya gelê Rojavayê bindest bike wiha bang kir: "Rojava qada jiyana hevpar a gelan e. Dev ji êrîş û planên xwe yên bi xwîn berdin!"
Amedspor ku bi boneya Hefteyê Mafên Mirovan bi pankarta "Mirov bi mafên xwe mirov e" daket qadê, Şanliûrfasporê 2-1 têk bir.
Tirkiye û komên girêdayî wê gundê Kuneftar ê Kobanê bombebaran kirin. Di êrişê de 2 zarok hatin qetilkirin.
Berdevka Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal diyar kir ku îdîayên ku dibêjin Minbic hatiye dagirkirin ne rast in û anî ziman ku li Minbicê destanek tê nivîsandin û berxwedaneke dîrokê tê meşandin.
Hêzên QSD’ê balafira bêmirov a bi tîpa ANKA ya Tirkiyeyê ku amadekariya êrişê dikir xistin xwarê.