'Dawiya dawî dê vîna vî gelî bi ser bikeve'
- rojane
- 09:02 19/11/2024
Elewiyê ereb Kerem Nalbant ê ji Hatayê hat û tevlî berxwedana Xelfetiyê bû, bal kişand ser paradîgmaya neteweya demokratîk û got: "Dawiya dawî wê vîna vî gelî bi ser bikeve."
Elewiyê ereb Kerem Nalbant ê ji Hatayê hat û tevlî berxwedana Xelfetiyê bû, bal kişand ser paradîgmaya neteweya demokratîk û got: "Dawiya dawî wê vîna vî gelî bi ser bikeve."
Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, ji ber ku silav daye muwekîlê xwe wî H.A ku li heman girtîgehê girtî ye, der barê wî de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin.
Hacer Yurulli ku li Qersê qazan xwedî dike, diyar kir ku ji ber çewlikên qazan ên hatine avakirin û zêdebûna lêçûnan ew zehmetiyê dikişînin.
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ku ji bo îfadeyê çûn emniyetê, hatin binçavkirin.
Şîna endamê HPG’ê Muhammed Eser a li navçeya Farqînê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Kesê bi navê Cîhan Oral li Bedlisê bi ser mala Ayşe Înceyol de girt û 3 kes qetil kir. Bi ser komkujiyê re 8 meh derbas bûn lê faîl Oral hêj nehatiye girtin.
Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin di roja 15’an de didome.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku di mitînga Kolnê de peyama “Navnîşana çareseriyê li Îmraliyê ye” hatiye dayin û wiha got: “Heta Rêber Apo azad dibe dê ev têkoşîn pêl bi pêl mezintir bibe û bidome.”
Parêzerên Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku niha girtî ye, dê serî li AYM’ê bidin.
Polîsan bi ser avahiya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenuytê de girtin.
Welatiyên beşdarî mitînga “Demokrasî û Azadiyê” ya Êlihê bûn diyar kirin ku tayînkirina qeyûman nîşan dide ku AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de ji dil nîne û wiha gotin: “Muxatabê aştiyê, Abdullah Ocalan e.”
Jinên Wanî diyar kirin ku sedema tundî û komkujiyên li dijî jinan polîtîkaya necezakirinê ye û xwestin Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Amed, Êlih û Şirnex jî di nav de ji bo 16 bajaran bi koda zer hişyarî kir. Li bendê ye ku li hinek bajaran jî berf bibare.
Hevserokê Şaxa OHD’a Mêrdînê parêzer Lokman Emen anî ziman ku di çalakiyên protestoyî yên Mêrdînê de welatî bi awayekî derhiqûqî hatine binçavkirin û da zanîn ku di bin çavan de gefa êrişa zayendî hatiye xwarin.