Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê hate kirin
- rojane
- 07:51 25/10/2024
Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê hate kirin.
Êrişî Navenda Giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê hate kirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bîlançoya êrişên Tirkiyeyê yên 24 saetên dawî eşkere kir û got: “Di encama van êrîşan de 2 ji wan zarok 12 welatî şehîd bûn û yek ji wan zarokeke 3 salî, 27 welatî birîndar bûne.”
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana daxuyanî da û got: “Em hemû ji bo ev şer bidawî bibe bi berpirsyariyeke cidî, dîrokî û kûr re rû bi rû ne.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ku got "Tevgera me bi hemû pêkhateyên xwe ve wê li gorî pêvajoya ku Rêber Apo pêş bixe tevbigere” anî ziman ku ji bo vê jî divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û xebatê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên avakirin.
Şaxa ÎHD’a Dîlokê girtina Endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran a ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re protesto kir.
Yûsûf Karataş ê di sala 1993’yan de bi hincetên siyasî li navçeya Panosê hate girtin, piştî 31 salan hate berdan.
Cenazeyê Mizgîn Acar a hatibû îdiakirin li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê întîhar kiriye û di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da, ligel dirûşma “Şehîd namirin” hate veşartin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bal kişand ser daxuyaniya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Siyaseta demokratîk amade ye, birêz Ocalan amade ye. Gelo dewlet jî ji bo rakirina tecrîdê, avakirina bingeha çareseriya demokratîk a meseleya kurd û avakirina bingeheke hiqûqî û siyasî amade ye? Dor dora kesên ev bang kirin û yên xwedî lê derketin e.”
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku her çend nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê girîng jî bin, hewcehî bi avêtina gavên pêbawer heye.
Li Edeneyê leşkeran mînîbusek dan sekinandin û bi “gefa birîna cezayê” wêneyê Ahmet Kaya yên di wesayîtê de jê kirin.
Malbata Şenyaşar ji bo ferdên malbata xwe yên hatin kuştin piştî 6 sal û 4 mehan şîn danî.
Tevgera jinan û meclisên gel ên Şengalê li pêşiya mala ji hêla dewleta tirk ve hedef hatiye girtin bertek nîşan dan û peyama; “Em ê tu caran teslîm nebin” dan.
DBP’ê têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û got: “Êrişên ku li dijî xaka Rojava û Başûr pêk tên li dijî tevahiya Kurdistanê ne. Sekna me ya li dijî êrîşên dagirkeriyê dê weke her carê berxwedan be!”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak got: “Ji Filistînê heta gelê kurd, ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, divê li her erdnîgariyê em ji bo aştiyê bixebitin û ev berpirsyartiya me tevan e.”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina li Îmraliyê daxuyanî da û got: “Hevdîtinên bi rêk û pêk ên bi birêz Ocalan re dê rê li ber veke ku pirsgirêkên siyasî û civakî yên li Tirkiye û herêmê li ser bingeha guftûgo, aştî û lihevkirina demokratîk bên çareserkirin.”