Di lêpirsîna Narîn Guranê de 2 kesên din hatin binçavkirin
- rojane
- 13:42 15/9/2024
Di lêpirsîna Narîn Guranê de de 2 xizmê wê yên din hatin binçavkirin.
Di lêpirsîna Narîn Guranê de de 2 xizmê wê yên din hatin binçavkirin.
Di erdhejê de avahiyê malbata Done Kaya hilweşiya û 4 xizmên xwe winda kir. Kaya, di çalakiya xwe ya edaletê de banga xwedîderketina li dozên erdhejê kir.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji serê salê heta niha 427 kes li Îran û Rojhilat hatine bidarvekirin.
Di duyemîn salvegera berxwedana “Jin, jiyan, azadiyê” de li bajarên rojhilatê Kurdistanê dikan nehatin vekirin.
Li gorî rapora Rêxstina Avakirina Aştiya Civakî, di encama êrişên dewleta tirk ên ji sala 1991’ê heta niha yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de 81 zarok hatine qetilkirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez beriya civîna ku wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan gengeşe bike axivî, diyar kir ku divê Tirkiye demildest divêtiyên biryara DMME'yê ku di sala 2014'an de dabû, pêk bîne yan na dê fatûreya wê bargiran be.
Dozgeriyê îdianameya derheqê 10 zarokên hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê li Edeneyê protesto kirin îdianame amade kir. Dozgerî îdia kir ku zarok bi “fermana rêxistinê” çalakî li dar xistine û xwest bên cezakirin.
Siyasetmedaran diyar kir ku bi êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Kurdistana Federe, hewl tê dayîn herêm were valakirin û bang li raya giştî ya ronakbîr û demokratîk kirin ku li dijî şer dengê xwe bilind bikin.
Li Colemêrgê ji qereqola leşkerî ya li navendê, qada Mêrga Bûtanê hat bombekirin.
Rêxistina DEM Partiyê ya Rihayê serdana Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê kir.
Li Komexaniyên Bezîrganê ya taxa Adnan Mendesa navçeya Erxeniyê ji ber têlên kevn ên ceyranê, şewat derket. Ji ber şewatê darên fêkiyan ên welatiyan zirar dîtin.
7 kesên ji bo li navçeya Xana Axparê tîmên DEDAŞ’ê protesto kirin hatibûn binçavkirin hatin berdan.
Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 3 welatî revandin. Her wiha çeteyên El Emşatê jî li Efrînê sedan dar birîn.
Parastvanên mafên mirovan di çalakiya “Rûniştina F'yê” de ji Îsmaîl Tuzun re azadî xwestin û banga hestiyariyê ji rayedar û cemaweriya giştî kirin.