Rapora Girtîgeha Şirnexê: Girtî li erdî radikevin
- rojane
- 14:42 23/8/2024
Hiqûqnasên ku rapora têkildarî Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê aşkere kirin, bal kişand ser binpêkirinên mafan û ji bo mekanizmaya kontrola serbixwe bê avakirin bang li wezaretê û Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê kirin ku bikevin nava liv û tevgerê.