ROJEVA 7’Ê TÎREMAHA 2024’AN
- rojane
- 09:01 07/7/2024
Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de got: "Mafê tu kesî nîne îradeya demokratîk a gelan desteser bike" û bang li desthilatdariya faşîst kir ku rêzê li vîna gel bigire.
Meşa “Rêzgirtina li Vînê” gihişt Geliyê Zapê. Meşvanan li vir tevî germa zêde jî meşa xwe berdewam kirin û bi dirûşme û stranên xwe biryarbûyîna xwe nîşan dan.
Rêxistina DEM Partî ya Şirnexê li dijî tayinkirina qeyûm a li ser şeredariya Colemêrgê bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemêrg" meşiyan.
Bi pêşengiya MKG û DFG, li Amed û Stenbolê der barê cezayê girtîgehê yê li 8 rojnamegeran hatiye birîn daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya li Amedê de wiha hat gotin: "Em ê heqîqetê her tim bidim bihistin. Em ê bi hev re têbikoşin.”
Li bajaroka Dêrgûlê zaroka ji ber germa zêde kete avê xeniqî.
Di daxuyaniyên ku bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş de bang hate kirin ku Emrah Nebîoglû û Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar bên berdan.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder tev li çalakiya mexdûrên edhejê bû û anî ziman ku divê berpirsyar pêşberî edaletê hesabê bidin.
ÎHD’ê û xizmên windayan faîlên Îkram Mihyaz û feysel Aslan ê di sala 1994’an de hatine revandin pirsîn.
Konseya Bajêr a Amedê ya di dema qeyûm de nehate xebitandin, ji bo 29’emîn Civîna xwe ya Asayî civiya û Lijneya xwe ya Rêveberiyê û hevserokên xwe hilbijart.
Li herêma Girêşiyê ya bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê şewat derket.
Dayikên Şemiyê aqûbetên Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên 29 sal berî niha hatine windakirin pirsin û destnîşan kirin ku ew ê ji bo windayan têkoşîna xwe bidomînin.
Hevserokê Giştî DBP’ê Keskîn Bayindir di “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” de anî ziman ku meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye û wiha got: “Berxwedana me dê heya feraseta Erdogan û Bahçelî têk dibe bidome.”
Pzr. Resûl Temûr têkildarî cezadayîna 8 rojnamegeran anî ziman ku tu delîlên ku gotinên şahidê veşartî piştrast bikin nîn in û destnîşan kir ku dadgeh di çarçoveya hiqûqî de biryar nedaye, karê ji wê hatiye xwestin pêk aniye.
Artêşa dewleta tirk duh bi şev nava gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amêdiyê topbaran kir û zerar gihişte gelek xaniyan.