Cîgirê Serokê Ocaxên Ulkuyan gef li rojnamevanan xwar
- rojane
- 11:19 06/7/2024
Cîgirê Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyan Bûrak Kiliç gef li rojnamevanên ku tev li danişîna Sînan Ateş ê li Enqereyê hate kuştin bûn xwar.
Cîgirê Serokê Giştî yê Ocaxên Ulkuyan Bûrak Kiliç gef li rojnamevanên ku tev li danişîna Sînan Ateş ê li Enqereyê hate kuştin bûn xwar.
“Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re” di roja 7’emîn de berdewam dike. Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû ya tev li meşê bûye wiha got: “Qeyûm li Kurdistanê encama neçareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Divê kes ji vê yekê re bêdeng nemîne.”
Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê diyar kirin ku tevî faîlên siyasetmedarê kurd Vedat Aydin ê beriya 33 salan hate qetilkirin tên zanîn jî nehatine darizandin. Hevjîna Aydin, Şukranê jî wiha got: “Biryara kiryarên nediyar ji jor hat, li jêr hate pêkanîn” , birayê wî Veysî Aydin jî wiha got: “Ev cînayet bi pirsgirêka kurd re eleqedar in. Heta ku pirsgirêk çareser nebe, dê veşartî bimîne.”
Penaberên ji Sûriyeyê ji tirsa lînçkirinê, nikarin dikanên xwe vekin, nikarin ji malên xwe derkevin, ji bo wekî ji “Ji Tirkiyeyê ne” hewl didin hînî tîrkî bibin. Penaber wiha gotin: “Em naxwazin bibin berxê nav devê gur.”
Hate diyarkirin ku leşkerên ku bi ser gundê Bilexşê yê navçeya Kercewsê de girtin gundî li mizgeftê kom kirine û 7 kes bi lêdane binçavkirine. Li gundê ku dorpêç lê didome li malan lêgerîn tê kirin.
Li Mihrîcana Rêya Çandê ya Wanê ku Wezareta Çandê li dar dixe, gel bertek nîşanî gotinên nijadperest ên stranbêj Benguyê da.
Li Wanê Şaredariya Mezin û şaredariyên navçeyan ji bo zarokan kursên werzîş, çand û hunerê vekirin.
Dadgeha Bilind, hukmê bi hinceta seta pirtûkan a bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokratîk" a Abdullah Ocalan xera kiribû û darizandin ji nû ve dest pê kiribû. Di darizandina nû de biryara beraetê hat dayîn.
Cotkarê li Curnê Reş Hecî Toprak destnîşan kir ku bihayên xurekan ên hatine diyarkirin û nediyarbûna bihayê armûşê ew zirar kirine û wiha got: “Bi vê rewşê dê ev sal bibe sala dawî ya cotkariya min. Min ji ber qerên xwe xanî û wesayîta xwe firot. Dê îsal jî traktorê bifiroşim.”
Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Karê qetil kir 14 roj in nehatiye zevtkirin. Xwişkên Hîlal Karê bertek nîşanî vê dan û xwestin kujer rojek berî rojekê bê girtin.
Di daxuyaniya “Meşa Rêzgirtina li Vînê" de hate destnîşankirin ku mêtîngeran Şaredariya Colemêrgê desteserkirin û peyama berxwedanê hat dayîn.
Di çalakiyên ‘dawî li tecrîdê bînin’ yên li ber avahiyên AKP’ê pêk tên de banga ‘dawî li vê dijhiqûqiyê bînin’ hat kirin.
Di wesayîteke li ser rêya Xarpêt-Amedê de cenazeyên du kesan hatin dîtin.
Di "Nobeda Aştiyê" ya ÎHD'ê de îşaret bi êrişên li hemberî penaberan hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo bidawîbûna êrişan em her kesî vedixwînin dengderxistinê û bilindkirina têkoşînê."