HDP dê li Egeyê bi gel re bicive
- polîtîka
- 13:40 17/9/2022
HDP, dê li Îzmîr, Aydin û Mûglayê di 19 û 20’ê îlonê de bi gel re bicive.
HDP, dê li Îzmîr, Aydin û Mûglayê di 19 û 20’ê îlonê de bi gel re bicive.
Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku ji faktorên ku aloziya li Iraqê kûr dikin yek jê jî hevkariya Tirkiye û PDK'ê û got ku rizgariya Iraqê bi xwerêveberiya gelan û rêya sêyemîn pêkan e.
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr bal kişand ser rola diyarker a hilbijêrên HDP’ê û wiha got: “Bi taybet jî hilbijêrên HDP’ê heta ku nîşaneyên guhertinekê nebînin, heta peymaneke civakî nebînin dê bi awayeke veşarî dengê xwe nedin muxalefetê.”
Şandeya HDP’ê li Xarpêtê pirsgirêkên esnaf û welatiyan guhdar kir. Şandeyê da zanîn ku partiya wan dikare hemû pirsgirêkên gel çareser bike.
Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal bulbul diyar kir ku dewlet li dijî elewiyan sûcên sîstematîk dike û wiha got: “Bacê ji elewiyan digire lê dide baweriyên din. Lê belê dema mijar dibe elewî, nade.”
Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamus diyar kir ku bûyera Xelîfanê dê aloziyên di nava gelê kurd de kûrtir bike û wiha got: “Heke PDK partiyeke kurdistanî be, divê nebe şirîkê dewleta tirk û danûstindinên di navbera kurdan de xurt bike. Em di fînala şer de ne û hewceye rê li ber van aloziyan were girtin û kurd tifaqa xwe xurtir bikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku yên ku partiya wan sûcdar dikin bila di eynikê de li xwe binêrin û got: “Yên ku ne deng û wehdê wan hene, derdikevin hikmê xwe nîşanî me didin. Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîr neke.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel nerazîbûna Partiya ÎYÎ ya li dijî partiya xwe nirxand û got: “Partiya ÎYÎ bi nasnameya xwe faşîst tê nasîn û dixwaze Tifaqa Millet dîl bigire. Bermayên gladyoyê yên kevn dîsa rê û rêbazan dibire.”
Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, diyar kir ku Tifaqa Ked û Demokrasiyê wê bibe rêxistinbûyîneke hêzeke gel a ku pêşeroja Tirkiyeyê teşe bigire û got: “Dema tacîdarkirina têkoşînê ya bi serkeftinê hatiye.”
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar xwest ku kuştina Adem Kara ya ji aliyê polîsan ve li Meclisê were lêkolînkirin.
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku kuştina ciwanên kurd bi polîtîka neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û bêcezahiştin dike ku ev bûyerên wiha bi êş biqewime.
Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya EHP'ê Hakan Ozturk diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê namzetê çareserkirina pirsgirêkên welêt e û got, "Nexşerêya ku dê di vê mehê de eşkere bikin amade ye."
Siyasetmedar Bahattîn Gunel diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê dê li dijî pergala heyî muxalefeteke rast bike û got: "Teqez dê welêt bibe welatekî ku bindest, kêmnetewe û jin bi awayekî azad lê bijîn."
HDP, dê bi xebateke qadê ya di meha îlonê de ji 6 baskan pêk were, gava destpêkê ya hilbijartinê biavêje.
Zanyarê Siyasetê Ahmet Mûrat Aytaç diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê ji ber feraseta "vîna neteweyî ya tekparêz" e û ji bo Tifaqa Miletê ku dibêje polîtîkaya "serdestiya vîna neteweyî" jî got, siyaset dê nikaribe bibe projeya demokrasiya rasteqîn.