ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezareta Dadê re de dê gelek mijar bên nîqaşkirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî civîna koma partiyê ya li Meclisê pirsên rojnamegeran bersivand.
‘BI GAVÊN DUALÎ DIBE’
Tulay Hatîmogûllari, ji bo pirsa “Gelo rast e dê PKK di meha Gulanê de kongreya xwe li dar bixe” ev bersiv da: “Têkildarî dîroka kongreyê tu agahî li ber destê me nînin. Lê agahiyeke giştî heye ku ev pêvajo dikare bi gavên qanûnî û avêtina gavên şênber pêkan e. Anku tê gotin ku heke her du alî gavan biavêjin ev kongre dikare were lidarxistin. Ji bilî vê tu agahî li ber destê me nînin.”
'DÊ GELEK MIJAR BÊN AXAFTIN’
Ji bo pirsa têkildarî hevdîtina bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re jî Tulay Hatîmogûllari wiha got: “Di vê hevdîtinê de dê li ser gelek mijaran bê axaftin. Mafê hêviyê, qanûna înfazê... Mijara esasî ya vê hevdîtinê, gavên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ne. Gavên têkildarî girtiyên nexweş û yên tehliyeya wan bi keyfî tên astengkirin, girîng in. Ji bo vê jî divê qanûneke taybet were derxistin. Jixwe heke bi destûra bingehîn a heyî jî were kirin dê ev bikevin meriyetê. Em ê van mijaran jî pê re bi berfirehî biaxivin.”