STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê pere ji endama xwe Hatîce Onaran re şand ku ji ber pere ji girtiyan re şandibû hatiye girtin û xwest were berdan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo piştevaniya bi endama xwe Hatîce Onaran re ku ji ber ji girtiyan re pere şandibû hatiye girtin, kampanyaya “Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne” dabû destpêkirin. Şaxê, di çarçoveya kampanyayê de li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li zextên darazê yên ser parastvanên mafan bînin. Hatîce Onaran berdin” hate hilgirtin û dirûşma “Hatîce Onaran bi tenê nîne” hate berzkirin.
Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî di daxuyaniyê de got ku Hatîce Onaran ji ber piştevaniya bi girtiyan re hatiye girtin û got: “Hatîce Onaranê li gorî prosedûra qanûnî, ji postaxaneyê ji hesaba îdareya girtîgehê re pare şand. Pere, li gorî biryara rêveberiya girtîgehê hate xerckirin. Wê demê bi vî pereyî çawa teror tê fînansekirin? Heke teror hatibe fînansekirin, wê demê ma rêveberiya girtîgehê wisa nekiriye? Ji ber ku pereyan nadin girtiyan, di hesaba rêveberiyê de ye. Em dixwazin ev neheqî bê bidawîkirin û Hatîce Onaran were berdan.”
Piştî daxuyaniyê, bi rêya PTT’ê ji Hatîce Onaran a li Girtîgeha Gebzeyê tê ragirtin re pere hatin şandin.