NAVENDA NÛÇEYAN - Parastvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemed ku Xelata Nobelê wergirtibû, têkildarî biryarê darvekirinê yên li Îranê ji NY’ê re name şand.
Parêzvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî der barê darvekirin, kuştin û windarkirina dijberên rejîma Îranê de bi peyamek nivîskî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Nêrgiz Mihemedî, di peyama xwe de bang li NY’ê kir ku der barê darvekirin, kuştin û windarkirina kesên dijberên rejîmê yên di nava 46 salên borî de lêkolînê bike. Her wiha Mihemedî aşkera kir ku rejîma Îranê li Amerîkayê hewl daye rojnamevan û çalakvana siyasî ya Îranê Mesîh Elî Nejad qetil bike.
Di beşeke din a peyama xwe de Nêrgiz Mihemedî dibêje ku ji destpêka avabûna rejîmê ve ji bilî ku bi hezaran girtiyên siyasî hatine darvekirin, her wiha jiyana gelek xwepêşanderan hem li navxwe hemjî li dervey Îranê xistiye metirsiyê.