GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist

  • rojane
  • 13:41 29 Nîsan 2025
  • |
img
AMED - Meclisa Asayî ya Serdema Yekemîn a Sala 2025’an a GABB’ê civiya. Di civînê de Neslîhan Şedal dîsa weke Hevseroka GABB’ê hate hilbijartin. 
 
Yekitiya Şaredariyên Herêma Anatoliya Başûrrojhilat (GABB) li Çand Amed (Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin) a li navçeya Yenîşehîr a Amedê yekemîn civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist. Hevserokên GABB’ê Neslîhan Şedal û Sîraç Çelîk û hevşaredarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin jî di nav de hemû hevşaredarên DEM Partiyê tev li komcivînê bûn.
 
Komcivîn bi axaftina Hevşaredarê Rezana Amedê Sîraç Çelîk dest pê kir. Sîraç Çelîk diyar kir ku dema piştî hilbijartina 31’ê Adarê ketin şaredariyan, dîtin ku gelek kêmasî hene û wiha got: “Tevahî şaredariyên me hatibûn valakirin. Ji aliyê aboriyê ve gelek kêmasî hebûn. Derfet jî tune bû lê em e kêmasiyan ji holê rakin. Ji bo şaredarên me karê xwe bikin em ê di nav xebatan de bin. Em bawer in em qels namînin. Di 27’ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê bang kir. Hewceye em mil bidin hev vê pêvajoyê xurt bikin. Ji aliyê aboriyê ve em ê xwe xurt bikin. Em ê mil bidin milê hevdû vê pêvajoyê xurt bikin. Ji ber ku em berpirsiyar in.”
 
NESLÎHAN ŞEDAL DÎSA HATE HILBIJARTIN
 
Piştî axaftina Sîraç Çelîk ji bo hevserokatiya GABBê hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de Neslîhan Şedal dîsa weke Hevseroka GABBê hate hilbijartin.
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN 
 
Pişt re jî Neslîhan Şedal axivî. Neslîhan Şedal diyar kir ku wan saleke zehmet derbas kiriye û ev tişt anî ziman: “Desthilat ji bo em ne xebitin astengî derxistin pêşiya me. Lê hevalên me ew astengî derbas kirin û karê xwe mezin kirin. Ez li vir hevşarên ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin silav dikim. Di şexsê hevşaredaran de qeyûm tayînî vîna gel hat kirin. Em ê her dem li ber xwe bidin. Bi destê darazê tê xwestin ku vîna gel were binpêkirin. Lê em tu carî nahêlin vîna gel binpê bikin. Em bi GABB’ê li dijî van polîtîkayan têdikoşin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em behsa aştiyê dikin. Hêviya me mezin bû. Em tevahî şaredarên me ji bo aştiyê li vir in. Li vê ednigariyê jin tên kuştin. Li ser axa me ciwan dixwazin ku koçî cihên din bikin. Ji bo bajarên me demokratîk û ekolojîk bibin em ê têbikoşin.”
 
Piştî axaftinan, rapora darayî û fealiyetan a sala 2024’an dan ber hilbijartinê û bi piraniya dengan hate qebûlkirin. 
 
Civîn, bi pêşniyar û axaftinan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Tulay Hatîmogullari di çalakiya xizmên windayan de diaxive
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên denokratîkbûnê pêşketine pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn
11:29 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Qadên xezal û pezkoviyan tên tunekirin
11:05 Mehmet Bekaroglû: Bi aştiyê re her kes dê qezenc bike
10:25 Jinan ji bo meşê bang kirin: Em azadiyê biqîrin
10:22 Turkyilmaz: Pêwîstî bi çareseriyeke du alî heye; rêveberiya herêmî û demokrasî
10:08 Danişîna doza 15 kesên ji cînayeta Narîn Guranê tên darizandin dest pê kir
09:54 Li Çukurovayê 11 jê rewşa wan giran 46 girtiyên nexweş hene
09:21 Sekreterê Giştî yê Die Linke’yê: Divê PKK êdî weke ‘rêxistina derqanûnî’ neyê dîtin
09:06 Di atolyeyên ‘Bi jinên azad re ber bi civaka demokratîk ve’ avakirin tê nîqaşkirin
09:05 Bû 9 sal li cenazeyê keça xwe digere: Bila êdî dilê tu kesên din neşewite
09:04 Bersûc qebûl kir ku îstîsmara zayendî li zarokan kiriye, dadgehê ew serbest berda!
09:02 Endamê Komîsyona Edaletê Duşunmez: Nabe ku Ocalan girtî bimîne
09:00 ROJEVA 30’Ê GULANA 2025’AN
29/05/2025
16:32 Di Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de biryara ‘avakirina torên rêxistinbûnê’ hat dayin
16:14 10’emîn Pakêta Darazê pêşkeşî Meclisê hate kirin
15:46 Yuksek Ozturk piştî 30 salan hate berdan
15:35 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê bîranîn hat lidarxistin
15:13 Li pêşiya edliyeyê bang kirin: Girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ bigirin
14:39 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan hate definkirin
14:22 Erdogan ji bo pirsa têkildarî ‘namzetiyê’ got: Em guh bidin dengê gel
14:07 Rêveberên Baroya Stenbolê tev li danişînê nebûn
14:01 Abdulsamet Turan tehliye bû
13:54 Çakmakçi ku 2 jin qetil kiribû li ser sînor hate girtin
13:46 Daxwaza girtina Mûsa Orhan hate redkirin
13:04 KNK’ê di encamnameya xwe de bal kişand ser ‘pêvajoyê’
12:35 Malbata Îpek Erê gefên Mûsa Orhan vegotin: Li pişt min dewlet heye!
12:12 Kalkan: Pirsgirêka Kurdan a baweriyê heye, pêvajo bi gavên yekalî nameşe
11:36 Tanhan ku çû serdana girtiyê nexweş Nebîoglû: Divê tavilê bê berdan
10:50 Rojnameger Yelda Çîçek beraet bû
10:44 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
10:23 Danişîna Mûsa Orhan dest pê kir
10:17 Li 2 rojnamegeran doz hate vekirin
10:00 Gel diparêze nêçîrvan qetil dikin
09:35 Li Dêrsimê bi ser malan de hate girtin
09:25 Deşta Mûşê bi alaleyan xemilî
09:10 Abdullah Ocalan: Destûra Bingehîn a 1921'ê dikare esas bê girtin
09:08 Serokê SOLDEP'ê Aydin: Wezîfeya sosyalîstan birêxistinkirina têkoşînê ye
09:07 Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin
09:05 Tê payîn ku sibê di doza Narîn Guran de biryar bê dayîn
09:03 ' Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake'
09:01 ‘Kaytan digot ger ez li dijî partî û Rêbertî derkevim, ez ê xwe tune bikim'
09:00 ROJEVA 29’Ê GULANA 2025’AN
28/05/2025
21:01 Li Îdirê 2 jin hatin qetilkirin
20:56 Dayika Aştiyê Zekiye Ayhan wefat kir
20:51 DEM Partiyê piştî hevdîtina bi AKP’ê re daxuyanî da
20:36 Piştî hevdîtina DEM Partî û AKP’ê daxuyanî hat dayin
20:28 Parlamentoya Kurdistanê: Jinan jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirin
20:18 Li Wanê Tûrnavaya Futbolê ya Sirri Sureyya Onder hat destpêkirin
19:20 Roja ewil a Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bi dawî bû
17:09 Ji bo 8 kesên ji lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin biryara tehliyeyê hat dayin
16:43 Ji bo Hamît Geylanî li Enqereyê şîn hate danîn
16:37 Parlamenterên jin: Yekitî hêmaya sereke ya pêvajoya çareseriyê ye
16:26 'Komkujiya Roboskê ezmûna jidilbûna pêvajoyê ye’
15:58 Banga ‘binpêkirinên li Girtîgeha Şakranê bi dawî bikin’ hate kirin
15:37 Fîlozofan piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
15:33 Li Edeneyê çalakiya ‘Ji girtiyên nexweş re azadî’ hat lidarxistin
15:16 Hevdîtina DEM Partî û AKP’ê dest pê kir
15:11 Li Erdîşê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin
14:36 Nûman Kurtulmuş: Êdî peywir dikeve ser milê Meclisê
14:24 Malbata Mîgdat Erkek ji bo dîtina hestiyên kurê xwe serî li ÎHD’ê da
13:58 Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd: Em peyama Abdullah Ocalan esas digirin
12:41 Leyla Guven: Em bibin pêşengên jiyaneke nû
12:19 DEM Partî: Bila Şertê Xweserbûna Rêveberiyên Herêmî bê naskirin
12:14 Jina ku çawişê pispor bi wesayîtê lê xistî jiyana xwe ji dest da
12:13 Komeleyên Elewiyan: Em amade ne di pêvajoyê de berpirsyartiyê li xwe bigirin
12:12 Ji karsazan daxuyaniya ‘pêvajoyê’: Em amade ne berpirsyartiyê li xwe bigirin
11:43 Siyasetmedar Hamît Geylanî jiyana xwe ji dest da
11:21 CPJ: 173 jê Filistînî 181 rojnameger hatin qetilkirin
11:13 Zimanzan Farqînî: Dema her kes bi zimanê dayikê perwerde bû wê demê dikare qala biratiyê were kirin
10:32 Hevseroka GABB’ê: Ji bo civaka demokratîk divê meclis veguherin komunan
10:20 Li Amedê ‘Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd’: Dê yekitiya neteweyî teqez pêk bê
09:24 Fatma Bostan Unsal: Ji bo peymana civakî ya nû divê destûra bingehîn biguhere
09:17 Jinan ji ber ‘Sala Malbatê’ bertek nîşanî Erdogan dan
09:14 Di doza Temel de biryara beraetê betal bû: Danişîna ewil di 30’ê Gulanê de ye
09:07 Li Girtîgeha Dumluyê binpêkirina mafan zêde bûn
09:00 ROJEVA 28’Ê GULANA 2025’AN
27/05/2025
16:47 Erdogan ji bo destûra bingehîn a nû 10 hiqûqnas peywirdar kir