‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
- jin
- 09:16 07/5/2022
Nazîme Boltan diyar kir ku bi salan e li wêneyan mêze dike û wisa Roja Dayikan pîroz dike û wiha got: "Roja edalet bê û em bigihên zarokên xwe, em ê vê rojê pîroz bikin."
Nazîme Boltan diyar kir ku bi salan e li wêneyan mêze dike û wisa Roja Dayikan pîroz dike û wiha got: "Roja edalet bê û em bigihên zarokên xwe, em ê vê rojê pîroz bikin."
DEKAP’ê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Navenda Giştî ya HDP'ê û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acara Başaranê şermezar kir û got: “Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike."
Konferansa Navendî ya HDP’ê yekemîn konferansa xwe li Behra Reş li dar xist.
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Aşye Acar Başaran da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê di tevahiya meha Remezanê û cejnê de propagandaya şer kir û wiha got: “Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike.”
Siyasetmedara kurd Saada Kadirzade ku ducanî ye û li Girtîgeha Ûrmiyê tê ragirtin, li dijî neheqiyan 9 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ye.
Pinar Gultekîn di sala 2020’an de li Muglayê hate qetilkirin. Bi hinceta ku heqaret li faîl Cemal Metîn Avci kiriye, derheqê dayika Gultekîn, Şefîka Gultekîn de doz hate vekirin.
Çalakgera Nobeda Edaletê Aslihan Tîmûr ku bi salan bi awayekî sîstematîk rastî tahdeya dewletê hatiye got: "Tu tişt nema nehat serê me, lê em netirsiyan û ji niha û pê ve jî em ji kesî natirsin."
Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Heco, diyar kir ku jinên êzidî li dijî şerekî gengaz amade ne ku têbikoşin û got: "Heya ev berxwedana jinên êzidî hebe wê hesabên wan ên qirej ên li ser Şengalê encam negirin."
Emîne Şenyaşar ku dê îsal jî li ber Edliyeya Rihayê Roja Dayikan pêşwazî bike got: "Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e."
Jin Bi Hev Re Bihêz in bertek nîşanî gefên li Ayşe Acar Başaran a HDP'î hatin xwarin da û got: "Ayşe hevrêya me ye! Em li dijî tahdeya dewleta nêrza bi hev re ne, em bi hev re bihêz in."
Jinan provokasyona ku di pêşengtiya polîsan de hate xwestin li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê were kirin, li Mêrdînê şermezar kirin.
Li Esenlerê jina bi navê Asiye Atalay, ji aliyê zilamê ku demek bû ew tacîz dikir ve hate qetilkirin.
Li gorî çeteleya ku Jinnewsê girtiye, di meha nîsanê de 31 jin û 3 zarok hatine kuştin û 12 jin û zarokek jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane.
Tirkiye û komên girêdayî wê li benda kontrolê ya di ketina Efrînê jina bi navê Arîn Fexrî Muslim revandin.
Dayika Cemîle Çagirga ya ku li Cizîrê hat qetilkirin Emîne Çagirga, anî ziman ku di vê Roja Dayikan de ew vê rojê bi êş û dilşikestî pêşwazî dikin û got: “Erdogan li vir zarokên me qetil kir, niha jî êrişî Başûr dike. Bes êdî bila zarokên me neyên qetilkirin."