ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 14 Nîsan 2025
  • |
img
* Girtiyê nexweş Soydan Akay di nava mehekê de 7 caran rakirin nexweşxaneyê û Lijneya Îdare û Çavdêriyê heta niha 4 caran tehliyeya wî asteng kirine. Birayê Akay, Veysel Akay bertek nîşan da û got: “Lijneyên Çavdêriyê mîna mekanîzmaya giyotînê dixebitin.” 
 
* Welatiyên Wanê diyar kirin ku krîza aborî bandorê li ser danûstandina li bazarê dike û gotin: “Bombebarana ser Kurdistanê bidin sekinandin wê demê dê bibînin ka aborî çawa baş dibe.”
 
* Endamê MYK’a CUP’ê ya partiya Katalan Blai Taberner Curado, diyar kir ku tevî Abdullah Ocalan bi sedan girtiyên siyasî li Tirkiyeyê hene û bêyî berdana wan mimkin nîne pêvajo bimeşe.
 
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê biryar da ku 35 neguhêzbarên aydê şaredariyê bifiroşe. 
 
* Mîraç Dînç ê HDP’î piştî kuştina AKP’iyekî ji hêla Suleyman Soylu ve hedef hatibû nîşandan û cezayê mubbeta girankirî lê hatibû birîn. Parêzerê Dînç, Yûsûf Çakas serî li Dadgeha Bilind da û got ku miwekîlê wî hedef hatiye nîşandan lewma ceza lê hatiye birîn. 
 
* Danişîna ewil a doza der heqê xizmên Narîn Guranê de dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bê lidarxistin. (10.00)
 
* Danişîna ewil a doza rojnameger Necla Demîr Arvas ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tê darizandin dê li 23'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê were lidarxistin. (10.30)
 
* Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ
 
* Şaxa OHD'a Enqereyê dê li avahiya komeleyê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê aşkera bike. (12.30)