ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2025'AN
- rojane
- 09:00 17/9
Mehmet Durak û Mehmet Emîn Siraç ku piştî 30 salên di girtîgehê de çendek roj berê hatin berdan, li Edeneyê bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Di danişîna doza Atîlla Ozdogan û Ozlem Feza Sezer Bayram ku di çarçoveya lêpirsîna HDK’ê hatibûn girtin de ji bo Ozdogan biryara “sekinandina teqîbatê” û ji bo Ozlem Feza Sezer Bayramê jî biryara beraetê hat dayin.
Hevserokên DEM Partî û DBP’ê yên Wanê ji bo meşa ku dê li bajar bi dirûşma “Ji bo mafê hêviyê Rêber Apo em ber bi azadiyê ve dimeşin” daxuyanî dan û banga tevlibûnê kirin.
Li ser formayê Amedsporê ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, dirûşma bi Kurdî cih girt.
Şaxa SES’a Amedê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê êrişên li dijî xebatkarên tenduristiyê protesto kir.
OHD’ê li pêşiya Edliyeya Stenbolê çalakî li dar xist û bi bîr xist ku perwerdeya bi zimanê Kurdî tê astengkirin. OHD’ê bang li Meclisê kir ku Kurdî bikin zimanê fermî.
Pirtûkên ji bo girtiyên li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Suluca ya Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta “ewlehiyê” nayên dayin.
Berdevkê Darazê yê Îranê Asghar Jahangir, diyar kir ku efûya giştî ya hatiye ragihandin ji bo girtiyên siyasî derbasdar nîne.
SOHR’ê ragihand ku ji destpêka meha Îlonê heta niha li Sûriyeyê di encama teqînan de 3 jê zarok bi giştî 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Siyasetmedarên DEM Partî û DBP’î ji bo meşa ku dê sibe li Mêrsînê bi daxwaza cîbicîkirina biryara DMME’yê ya der heqê Abdullah Ocalan de were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.
Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut li pêşiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi rojeva “Mafê hêviyê” civiyaye daxwazên xwe qêriya û got: “Daxwaza me ya ewil azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Heta ev pêk tê jî dê berxwedana me bidome.”
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê Huseyîn Alan diyar kir ku xetên fayê yên Dêrsimê xwedî wê potansiyelê ne ku rê li ber erdhejên bi ser pileya 7’ê re vekin û got: “Di serî de rêgehên alernatîf, divê gavên lezgîn bên avêtin.”
Hakki Boltan ku kurê wî girtiyê nexweş Civan Boltan tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî mafê wî yê “hêviyê” nayê cîbicîkirin, got: “Gelo ma ez ê nekarim rojekê kurê xwe hembêz bikim? Ev, îşkencekirina malbatan e.”
Pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk ji bo meşa ku dê di 17’ê Îlonê de li Amedê ji bo “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin.