Hevşaredarên Xelfetiyê: Em ê qeyûman bişînin
- rojane
- 09:33 08
Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, diyar kirin ku heta qeyûman dişînin dê têbikoşin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.
Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, diyar kirin ku heta qeyûman dişînin dê têbikoşin û banga mezinkirina berxwedanê kirin.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku kesên tevlî çalakiya protestokirina qeyûm bûne bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" navnîşana çareseriyê nîşan dane û got: "Divê hikûmet vê peyamê baş bigire."
Der barê Aynûr Aşanê de ku ji ber Doza Kobanê girtî ye, li girtîgeha ku bi darê zorê sewqî wê hat kirin, ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir, lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.
Li girtiyê bi navê Celal Punar bêyî ku bihêlin parastina xwe bike 11 roj cezayê hucreyê birîn. Punar, li dijî biryarê îtîraz kir.
Di çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm de peyama, “Em ê bajarê xwe radestî qeyûman nekin” hat dayîn.
4 kesên li Êlihê beşdarî çalakiyên li dijî tayinkirina qeyûm bûbûn û bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Berxwedana li navçeya Xelfetiyê ya li dijî desteserkirina îradeyê di roja xwe ya 4’an de ye. Siyasetmedar û gel mil bi mil berxwedanê didomînin.
Danişîna doza Narîn Guran a li Amedê hatibû qetilkirin, piştî navberê dîsa dest pê kir. Niha jî dayika wê Yuksel Guran îfadeyê dide.
DEM Partiyê ji ber îşkenceya di dema çalakiyên protestoyî yên li dijî qeyûman de li welatiyan hatiye kirin, giliyê polîsan kir.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan li Rihayê di şînekê de axivî û wiha got: “Em ji bo aştiyeke birûmet têdikoşin. Divê dewlet bi destê birêz Ocalan ê ji bo aştiyê dirêj kiriye bigire.”
Polîsan êrişî girseya li dijî qeyûm nobet digirt kir. Li ser vê yekê xelkê Êlihê jî li dest bi berxwedanê kir.
Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin li gelek herêman belav bû û hêj didome.
Meclisa Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û di dorpêçê de ye, bi pêşengtiya hevşaredaran ji bo nîqaşkirina du rojevan civiya.
Berxwedana li Êlihê di roja 4’an de didome û li bajar ji 3 baskan ve meş hate lidarxistin. Welatiyan gotin ku dê heta dawiyê xwedî li şaredariya xwe derkevin.