Xelkê Êlihê li dijî êrişên polîsan dest bi berxwedanê kir
- rojane
- 15:58 07
Polîsan êrişî girseya li dijî qeyûm nobet digirt kir. Li ser vê yekê xelkê Êlihê jî li dest bi berxwedanê kir.
Polîsan êrişî girseya li dijî qeyûm nobet digirt kir. Li ser vê yekê xelkê Êlihê jî li dest bi berxwedanê kir.
Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Bagokê hatiye destpêkirin li gelek herêman belav bû û hêj didome.
Meclisa Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin û di dorpêçê de ye, bi pêşengtiya hevşaredaran ji bo nîqaşkirina du rojevan civiya.
Berxwedana li Êlihê di roja 4’an de didome û li bajar ji 3 baskan ve meş hate lidarxistin. Welatiyan gotin ku dê heta dawiyê xwedî li şaredariya xwe derkevin.
Di protestoyên li dijî qeyûm ên li Xelfetiyê de Yûsûf Yalçinkaya ku astengdar e, her tim bi rûyê xwe yê ken di eniyên pêş de cih digire. Yalçinkaya, bûye çavkaniya moralê welatiyên li ber xwe didin.
Polîsan li Êlihê bi ser malan de girtin û bi kûçikan îşkence li welatiyê bi navê Medenî Erol ê astengdar kirin. Erol, di îşkenceyê de birîndar bû û niha li emniyetê tê ragirtin.
Wezareta Karên Hundir bi daxuyaniyekê ragihand ku derheqê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehmet Mihdî Tunç de “kirariya qanûnî” dane destpêkirin.
Li Cizîrê 2 zarokên ku bi lêdanê hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir meşa li Mêrdînê ya li dijî qeyûm de axivî û wiha got: “Gelê kurd dê berxwedana xwe ya li kolanan a li dijî van polîtîkayan bidomîne.”
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Berxwedana xelkê Xelfetiyê ya li dijî qeyûm di roja çaremîn de didome. Wesayîta bizirx a polîsan anîn cihê nobetê, piştî bertekan paşve hate kişandin.
Di serdegirtinên malan ên li Îzmîrê de rêveberên DEM Partî, DBP, HDP, Avesta û Ege TUHAYDER’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran, têkildarî tundiya li dijî rojnamegeran ku di demên dawî de zêde bûye, daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de tundiya li dijî rojnamegeran hate şermezarkirin û peyama piştevaniyê hate dayin.
Mehmet Ocalan diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê didome û ev tişt anî ziman: “Serok tu caran tiştên nerewa qebûl nake. Aqilê dewletê gotinên xwe bi cih nayîne.”
Bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê serî li Dadgeha Îdareyê hate dayin.