Qurbaniyên Komkujiya Madimakê hatin bibîranîn: Em ê vê komkujiyê nedin jibîrkirin

  • rojane
  • 10:33 2 Tîrmeh 2023
  • |

SÊWAS - Di 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de li Sêwasê meş hate lidarxistin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranînê de axivî û wiha got: “Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye. Em ê nehêlin ev komkujî were jibîrkirin." 

Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan di dema pîrozbahiyên Pîr Sûltan Abdalê de li Hotêla Madimak a Sêwasê komkujiyek hate kirin û 33 nivîskar û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê hatin qetilkirin. Di 30’emîn salvegera Komkujiya Madimakê de welatiyên bi pêşengtiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) hatin ba hev, merasîma bîranînê li dar xistin. Welatiyên li gelek bajaran bi rê ketin, di saetên serê sibehê de li pêşiya Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal a Sêwasê hatin bahev û bi kortejan ber bi cihê komkujiyê ve meş dan destpêkirin.
 
‘JI BÎR NEKE, NEDE JIBÎRKIRIN’ 
 
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û parlamenterên partiyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li meşê bûn.  Di meşê de pankarta “Rêya me pîroz e, ronahiya me venamire. Rêwiyê bêdawiyê Pîr Sûltan Abdal na mire” û pankarta wêneyên qurbaniyên komkujiyê li ser bû vekirin. Di tevahiya meşê de beşdaran dirûşmên “Sêwasê ji bîr neke, nede jibîrkirin” û “Dê ronahiyê Sêwasê venemire” berz kirin. Di dema meşê de welatiyên derketin pace û şaneşînan jî bi çepikan piştgirî dan girseyê. 
 
Piştî meşê, li pêşiya Hotêla Madimakê daxuyanî hate dayîn. 
 
‘BULA BIBE MUZEYA ŞERMÊ’ 
 
Malbatên ku bi wêne û qurnefîlan hatin pêşiya Hotêla Madimakê careke din xwestin ku hotêl bibe “muzeya şermê.” 
 
'HEKE EM NEBIN YEK DÊ EV TARÎTÎ ME TEVAN DAQURTÎNE’ 
 
Li ser navê malbatan Mehmet Gunduz axivî ku kurê wî Mûrat Gunduz di komkujiyê de hatibû qetilkirin. Gunduz, wiha got: “Yên ku ev 30 sal in vê êşê bi me didin kişandin bila qehr bibin. Heta ku em dimirin jî em ê neçin. Heta ku Madimak dibe muzeya şermê jî dê têkoşîna me bidome. Em neçarin ku li gel we, em bi hev re vê têkoşînê bidomînin. Em, roj bi roj ber bi tarîtiyê ve diçin. Heke em nebin yek dê ev tarîtî me tevan daqûrtîne.”Malbatên ku di komkujiyê de xizmên xwe winda kirin piştre jî wêne û qurnefîlên di destên xwe de danîn ber deriyê hotêlê û ji wir çûn. 
 
XWESTIN HESABA WÊ WERE PIRSÎN
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Ozgur Ozel jî tev li bîranînê bû. Ozel, komkujî weke sûcekî li dijî mirovahiyê pênase kir û wiha got: “Heta ku hesaba Sêwasê tê pirsîn em ê li vir bin. Em ê dirûşma ‘Komar li vir hate avakirin û dê li vir were hilweşandin’ ji bîr nekin. Komkujiya Sêwasê komkujiyeke mîna yên din nîne. Hîmê komarê li vir hatibû avêtin û yên dixwestin komarê hilweşînin li vir gef xwarin. Ev gefe li me tevan hate xwarin.” 
 
‘EM Ê NEHÊLIN KOMKUJÎ WERE JIBÎRKIRIN’
 
Piştî ku ji bo bîranîn qurbaniyan qerenfîl danîn ber hotêlê daxuyanî hat dayîn. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Uçar anî ziman ku 30 sal berê li Madimakê qetlîameke ku nayê xeyalkirin pêk hat û rayedarên dewletê jî li Enqereyê li şewitandina hotêlê temaşe kirin. Uçar da zanîn ku di dîrokê de cara ewil di weşana zindî de komkujî pêk hat û got: "Pêvajoya dadgehê ya ku di 30 saliya xwe de tu pêşketinê bi dest nexistiye, mixabin di doza ku wê di meha îlonê de bê lidarxistin de, bi talûkeyê re rû bi rû maye. Me doh jî ev yek anî ziman û em îro jî dibêjin; Komkujiya Madimakê sûcê mirovahiyê ye. Em ê nehêlin ev komkujî were jibîrkirin.” 
 
’30 SAL IN EDALET TUNE YE’  
 
Daxuyaniya hevpar a Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Federasyona Komeleyên Elewiyan, Weqfa Çanda Anadoluyê ya Hacî Bektaş Velî, Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê, Komeleyên Çanda Elewiyan û Federasyona Elewiyên Bektaşî ya Awûstralyayê li ser komkujiyê dan. 
 
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cuma Elçî daxuyanî xwend û wiha got: “Di ser Komkujiya Sêwazê Madimak a ku yek ji qetlîamên herî hovane yên dîroka mirovahiyê ye ku yek ji girîngtirîn xalên destpêkê yên paşverûtiyê ye re 30 sal derbas bûn. Polîtîkayên cudaxwaz ên ku rê li ber desthilatdariya siyasî ya yekperest û înkarker a îro vekir. Edaleta ku 30 sal in em lê digeriyan hîn jî me nedîtiye. 30 sal in em daxwazên xwe li ser rê, kolan, meydan û salonên dadgehê, bi kurtasî hema hema li her derê diqîrin.”
 
HEMAN ZÎHNIYET E
 
Bi hêz û mejiyê ku Qetlîama Madimakê pêk anî, 10’ê Cotmehê, Mereş, Çorum, Dêrsim, Koçgirî, Pirsûs, Roboskî, Zînî Gedîk, Gezî, Gazî pêk anî û heman hêz û mejiyê îdeolojîk ku pêk anî. Yên ku Otela Madimakê şewitandin û yên ku daristanên me dişewitînin, çemên me ziwa dikin û bûn sedem ku welat bibe çol, heman zîhniyet in.” 
 
WÊ DOZA ME BIDOME 
 
Têkoşîna me ya ji bo mafê welatîbûna wekhev heta ev têkoşîn bi ser bikeve wê bidome. Ji bo 33 kesên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin gotineke me heye. Ev doz dê neçe dadgehê. Em ê bibin mehkeme û em ê edaleta rastîn pêk bînin, em ê xeyalên xwe pêk bînin. Ronahiya qurbaniyên me wê venemire.” namîne.”
 
Piştî daxuyaniyê girse bi berzkirina dirûşmeyan belav bû. 
 
 

Sernavên din

22/07/2023
20:57 Di Konferansa Lozanê de peyama ji bo yekîtiya neteweyî
19:19 Meşa Mezin a Lozanê: Em Peymana Lozanê red dikin!
17:59 Dayikên Şemiyê: Em ê dest jê bernedin
16:17 Serokên baroyan: Çalakiya Dayikên Şemiyê rewa ye
16:16 Di çalakiya piştgiriya ji bo Dayikên Şemiyê de 6 kes hatin binçavkirin
15:32 Bi deh hezaran Kurdistanî li Lozanê dimeşin
15:28 Şaredarê Lozanê li Konferansa Kurd e: Em dixwazin rûpelek nû ji bo kurdan vekin
15:10 ÎHD: Divê girtiyê nexweş Kuday demildest bê berdan
14:41 Li faîlên Dundar, Abayay û Aydin hatin pirsîn
14:40 Qeymeqamiyê Festîvala Xweza û Çandê ya Gêxiyê qedexe kir
14:32 Di çalakiya ‘Rûniştina F” de banga ji bo Ozge Ozbek
14:01 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
13:50 RAWA: Em ji wêrekiya şervanên kurd îlhamê werdigirin
12:47 Li Zapê 8 leşker hatin kuştin
12:41 Li 8 girtiyên ku têlên rêsayî ji ber paceyê rakirin ceza hat birîn
12:31 Êrişî çalakiya Dayikên Şemiyê hate kirin: Hiqûq û destûra bingehîn nîne
12:01 104 kesan kampanya ‘Ji Merdan Yanardag re azadî’ dan destpêkirin
11:22 Leşkerek li başurê Kurdistanê hat kuştin
11:05 Serlêdanên pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter dest pê kir
10:13 Li bazarê fiyet zêde dibin, welatî kîloyên tiştan kêm dikin
10:00 Li Îmraliyê dîsa 'cezayê dîsiplînê' hat birîn
09:43 Rojnamevan Aykol: Welatên YE’yê Tirkiyeyê naxwazin
09:11 Temellî: Lozan belgeya neçareseriyê ye
09:07 Doza der barê mirina girtî Yilmaz Ekîncî de: Delîl nehatin hesibandin, kiryar beraet kirin
09:07 Projeya GES'ê ya Kalyon Holdîngê gundiyan neçarî koçberiyê dike
09:06 Serokê ÎHD’a Wanê Dûrmaz: Têkoşîna li dijî tecrîdê şert e
09:06 Civînên jinûve avakirinê didomin: Yekane daxwaza gel azadî ye
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN
21/07/2023
23:35 Li Qoserê mirineke biguman
21:29 Dadgeha Bilind cezayê ku di doza Ozgur Gundemê de hatibû birîn pesend kir
20:18 2 ciwanên ku di bîranîna Komkujiya Pirsûsê de hatibûn binçavkirin hatin girtin
19:18 Saziyên Amedê serdana rojnamevanên hatin berdan kirin
18:24 KCD'ê êrişên li ser êzdiyan şermezar kir
16:57 DEDAŞ’ê piştî çalakiya karkeran daxuyanî da
16:25 Di nava cilên ku bi kargoyê hatin şandin de amûra şopandinê derket
15:54 Li Mêrdînê nan hat bihakirin
15:19 OHD’ê giliyê leşkerên îşkencekar kir
14:08 Karkerên DEDAŞ’ê: Bila daxwazên me bên qebûlkirin
13:37 Di doza malbata Dîrîl de cezayê muebedê li Apro Dîrîl hate birîn
13:20 Li dijî Zapê û Metînayê êrişek nû hat destpêkirin
13:09 Rojnamevanê ku Barzanî rexne kir hat revandin
12:34 Îdianameya rojnamevan Muftuoglû û Yilmaz hat amadekirin
12:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:08 Dîroknas Kieser: Erdogan bi berovajîkirina Lozanê civakê dixapîne
11:54 Li gorî daneyên TOBB’ê di 6 mehan de nêzî 10 hezar şirket hatine girtin
11:21 Qeyûmê Bajarê Nû taxê firot!
10:49 Bi hezaran karkerên DEDAŞ’ê dest ji kar berdan: Em mafên xwe dixwazin
10:42 Soylû gotibû ‘dê çalakiyê bikin’: Biryara neşopandinê hate dayîn
10:36 Yuksel Mutlu: Em dikarin Lozanê ji holê rakin, ev girêdayî rêxistinbûyîna me ye
09:29 Mazot dîsa hat bihakirin
09:08 Ji girtiyan re şertê pirtûkxaneya gel: Ên agahiyan nede nikare pirtûk bigire
09:06 Ji ber ku nelirêtiyan eşkere kirin der barê 26 endamên HABER-SEN'ê de lêpirsîn
09:05 Qanûna înfazê ya nû: Dewlet bi hesta heyfhilanînê tevdigere
09:03 Kê polîsên li Serêkaniyê kuşt in?
09:01 Hunermend Alî Baran: Divê her kes li ber qedexekirina kurdî rabe
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
08:48 Li Îzmîrê 13 kesên binçavkirî hatin berdan
08:25 Dag û Er çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin
20/07/2023
23:00 Sosyalîstên li Pirsûsê hatin qetilkirin li Ûlm û Dûîsbûrgê hatin bibîranîn
22:43 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî
22:39 Ciwan bi dirûşmeya ‘Edalet ji bo Pirsûsê‘ meşiyan
20:48 Welatiyan di civînên gel de bal kişand ser tecrîdê
19:27 Li bajaran bîranîna Komkujiya Pirsûsê
16:47 Berdana Sutpak ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
15:56 Cenazeyê Sîbel Çelîk li Xarpêtê hat veşartin
15:40 Ji bo girtiyan kampanya nameyan hat destpêkirin
15:04 OHD: Jiyana girtiyê nexweş Kuday di xeterê de ye
14:35 Ciwanên di mitînga hilbijartinê de hatibûn girtibûn, hatin berdan
14:33 Bîranîna 33 qurbaniyên Pirsûsê: Hevrêyên wan ji bo xeyalên wan şer dikin
14:11 Lozana ku Kurdistan kiriye çar perçe ket 100 saliya xwe
13:08 Ji bo Abdullah Ocalan dê li PE'yê daxuyaniya 'awarte' bê dayîn
12:40 TJA’yê encamnameya komxebata Lozanê eşkere kir
11:43 Perwerdekara ku piştgiriya berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ kir hate girtin
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serlêdana ji bo hevdîtinê kir
10:28 EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir
09:43 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 64'emîn de ye
09:28 Li Şirnexê mal bi mal, tax bi tax civînên gel berdewam dikin
09:09 Komkujiya Pirsûsê: Divê yên alîkarî kirin û rê li ber wan vekirin bên darizandin
09:08 ‘Şerê li Kurdistanê şideta li dijî jinan zêde dike'
09:06 'Ên eziyetê dikişînin xizan in, ên kêfê dikin jî zengîn in'
09:04 'Em ê ji bo rakirina tecrîdê têkoşînê bi gel re birêxistin bikin'
09:01 Ji Îmraliyê agahî nayên girtin: Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
19/07/2023
23:51 Li ber NY'yê banga ji bo çalakiya Lozanê
23:03 Efrîniyan salvegera Şoreşa Rojavayê pîroz kir
22:23 Li Rihayê civîna gel: Divê em Rêya Sêyem rast bimeşînin
21:41 Cenazeyê Çelîkê birin Xarpêtê
19:29 Li Hezro, Farqîn û Erxeniyê civînên gel
16:54 Ji qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê Cebraîl Gunebakan hat bibîranîn
16:34 ‘Şoreşa Rojava ji bo hemû gelan destkeftiyeke girîng e’
15:42 HDP: Şoreşa Rojava rûmeta mirovahiyê ye em xwedî lê derkevin
15:33 Nivîskar-rojnamevan Ronî Margulies koça dawî kir
15:16 Li dijî avahiya HDP’a Altindagê êrişa çekdarî pêk hat
15:14 Namzeta Partiya Çepên Kesk Donmez hate berdan
14:46 13 partiyên Herêma Kurdistanê ji bo hilbijartinên xwecihî tifaqa xwe ragihandin
14:29 Li Amedê 5 mamoste li wezîfeya xwe hatin vegerandin
14:28 Rapora girtîgehên Çûkûrovayê: Legerîna tazî tê kirin
14:21 Li Êlihê ji sedî sed heqê rê hat bihakirin
13:51 Amadekariyên meş û konferansa Lozanê bi dawî bûn
13:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya Dag û Er di roja 63'yemîn de ye