Ji Kişanak nameya 12’ê Îlonê: Em ê bi berxwedana xwe vê tarîtiyê belav bikin

  • rojane
  • 14:21 12 Îlon 2023
  • |
img
RIHA - Girtiya siyasî ya kurd Gultan Kişanak diyar kir ku armanca Doza Kobanê û darizandinên 12’ê Îlonê heman in û wiha got: “Em ê bi berxwedana xwe ya birûmet vê tarîtiyê belav bikin.” 
 
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi boneya salvegera 12’ê Îlonê bi sernavê “12’ê Îlonê û hiqûq” panelek li dar xist. Panel, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî hate lidarxistin. Parastvanê mafên mirovan Akin Bîrdal û Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapê (DÎSK Basin-Îş) Farûk Eren axivîn. Panel bi pêşkeşiya rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Dîcle Aksu û bi moderatoriya Alî Fûat Bucak hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn. 
 
BÎRDAL: DIVÊ HEVRÛBÛN ÇÊBIBE 
 
Akin Bîrdal got ku bi ser 12’ê Îlonê re 43 sal derbas bûn lê bandora wê hêj berdewam e. Bîrdal, diyar kir ku sedsala Tirkiyeyê bi binpêkirinên mafên mirovan derbas bû û wiha got: “Gelek kes beriya 12’ê Îlonê bi suîqestê hatin qetilkirin. Di nava van kesan de kesên ji fikr, bawerî û nîjadên cuda jî hebûn. Ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe, divê bi rabûrdiya xwe ya sedsalê re hevrû bibe. Ji bo demokratîkbûnê divê ‘çepa tirk’ jî bi rabûrdiya xwe re hevrû bibe.” Bîrdal, damezirandina ÎHD’ê bi bîr xist û têkildarî rapora ÎHD’ê ya têkildarî bîlançoya 12’ê Îlonê agahî da. Bîrdal, di berdewamê de şahidiya xwe ya 12’ê Îlonê vegot. 
 
EREN: ZEXT ROJ BI ROJ ZÊDETIR DIBIN
 
Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îş’ê Farûk Eren jî binpêkirinên li dijî çapemeniyê vegot. Eren, qala zextên di 12’ê Îlonê de li rêxistinên kedê hatine kirin bi bîr xist û wiha got: “Li pêşiya sendîkavaniyê astengî hene. Di 12’ê Îlonê de gelek kes bi awayekî kiryarnediyar hatin windakirin. Yek ji kesên 43 sal berê di 12’ê Îlonê di bin çavan de hatiye windakirin jî kekê min Hayrettîn Eren e. Malbatên windakiriyan, weke Dayikên Şemiyê ev têkoşîn berdewam kir. Zext, roj bi roj zêdetir dibin.” 
 
KIŞANAK NAME ŞAND
 
Dîcle Aksu, nameya ji Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û yek ji şahidên 12’ê Îlonê Gultan Kişanak xwend. Kişanak, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd, pirsgirêka “cihêkariyê” ye û wiha domand: “Heman darizandinên 12’ê Îlonê îro li Sîncanê tên kirin. Di navbera wan de tenê ferqek heye ku ew jî şandeya dadgehê unîformayeke aydê îktîdarê li xwe nekiriye.” Kişanak, têkildarî Doza Kobanê agahî parve kirin û weke “doza dîlgirtiyên siyasî” nirxand. Kişanak, diyar kir ku her çend ku ji hêla rêbazê ve Doza Kobanê û darizandinên 12’ê Îlonê ji hev cuda bin jî, armanc û encamên wan heman in û wiha bi dawî kir: “Em ê bi sekn û berxwedana xwe ya birûmet vê tarîtiyê belav bikin; xefikên li pêşiya derfetên aştî û çareseriyê vala derxînin.” 
 
Panel bi pirs-bersivan bi dawî bû. 
 

Sernavên din

05/10/2023
19:32 Li Cizîrê ji kaniyan herî diherike!
18:43 Partiya Çepên Kesk li Rihayê serdana saziyan kir
17:52 'Em di rakirina tecrîdê de bi israr in'
16:48 Dayika Garawand a tedawiya wê didome hate binçavkirin
16:42 Tezkereya Iraq û Sûriyeyê ji Meclisê re hate şandin
16:35 Komeleya Jinan a Rosayê kongreya xwe li dar xist
15:36 Karataş a li ser îfadeya Akbiyik hatibû girtin tehliye bû
14:59 Dewleta tirk bi SÎHA’yan êrişî santrala ceyranê û stasyona petrolê kir
14:43 Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî didome
14:36 Danişîna doza Halîse Aksoy sibê tê lidarxistin
14:36 Di doza Sakîne Kultur de dê telefona bersûc were lêkolînkirin
14:35 Li Mêrsînê du bira hatin binçavkirin
14:31 Li Hesekê SÎHA’yek aydî Tirkiyeyê hat xistin
14:29 Xelata Wêjeyê ya Nobelê hate eşkerekirin
14:25 Di doza tecawiza li dijî zarokê de daxwaza girtina bersûcan hate redkirin
14:22 Ji AYM’ê biryara Can Atalay
14:05 Darizandina Beştaşê hate rawestandin
13:20 Rêveberiya Xweser: Tirkiye sûcên şer dike
13:15 Li başûrê Kobanê motorsîkletek hat bombebarankirin
13:14 Rojnameger Arslan û Babat beraet kirin
13:06 Destûr nehat dayîn ku hevjîna Celalettîn Can pê re hevdîtinê bike
13:05 Li Enqereyê di madenê de hezaz çêbû: 15 kes birîndar bûn
13:04 Têkildarî îdiaya Fîdan a ‘ji Sûriyeyê hatin’ daxuyanî hate dayîn
12:55 Dê bi daxwaznameyê pirsan ji Tantan bikin
12:53 Parlamenteran têkildarî rewşa girtiyên nexweş serî li Komîsyona Meclisê dan
12:52 Di operasyonên binçavkirinê de rewşa dawî
11:15 Tûpê mitbexê 30 lîre hat bihakirin
11:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:09 21 kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin
10:39 Hejmara kesên di lehiya Libyayê de mirin bû 4 hezar û 333
10:27 Dewleta tirk piştî axaftina Fîdan êrişî Hesekê kir
09:47 Li Anka-Derê dersên kurdî dest pê dikin
09:44 Cenazeyê Şahîn ê HPG’î li Erdîşê hate veşartin
09:11 'Werin em fihûş û tiryakê ji kuçeya xwe biqewirînin'
09:10 Bîreke li dijî bîra fermî ya 12'ê Îlonê
09:09 Xendek û dîwarên li sînor binpêkirina mafan zêdetir dikin
09:08 Serhildana Kobanê: Çi qewimî, kê çi got?
09:07 Heqê rêya vî gundî ji hezar lîreyan dest pê dike
09:05 Li pêşiya tehliyeyan ne qanûn lê sedemên siyasî astengî ne!
09:03 Jinên rojhilatê Kurdistanê: Abdullah Ocalan mifteya azadiyê da me
09:00 Ji bo Komîsyona Îmraliyê bang li Meclisê kir: Divê Ocalan were ziyaretkirin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2023'YAN
04/10/2023
23:12 Polîsan cenazeyê Şahîn ê HPG'î revand
21:33 Mezlûm Ebdî, Hakan Fîdan derewand
19:56 Şahidê doza parêzer Karakaş: Polîs xwest wî bieciqîne
18:22 Nagîhan Akarsel li Qamişloyê hat bibîranîn
16:54 Rojnamevan Merdan Yanardag hate berdan
16:22 Hêzên rejîmê telefonên endamên malbata Garawand desteser kirin
16:08 Berdana girtiyê 30 salî 6 meh hat taloqkirin
15:49 Nagihan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn
15:46 Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
14:43 Divê Rêveberiya Xweser di hevdîtinên çareseriyê de cih bigire
13:47 Doza Ahmet Turk: Ji bo ku em siyaseta demokratîk dikin tên darizandin
13:42 Doza Kobanê bi parastinên siyasetmedar û parêzeran berdewam dike
13:13 Di danişîna Dogan de daxwaza ‘rawestandina darizandinê’ hate redkirin
13:03 Doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran hate taloqkirin
12:19 Li Îranê hêzên rejîmê êrişî jineke ciwan a 16 salî kirin
12:08 Li Hatayê bi pileya 4.0 erdhej çêbû
11:15 Kovara Jîneolojiyê: Têkoşîna Nagîhanê li hemû cîhanê deng vedide
11:11 Bernameyên Erdogan ji ber nexweşiya wî hatin betalkirin
10:45 Di 3 rojan de 112 kes hatin binçavkirin
10:19 Avên binerd ên Giyadînê di hedefa şîrketan de ne
10:03 Parêzer Erol: Îmrali makînaya demê ye, siberoja we nîşan dide
10:00 Rezên Amedê îsal gelek berhemdar nebûn
09:03 Qeyûmê Êlihê çav berdaye Bazara Genim!
09:02 Komploya navdewletî: Di 25 salan de 720 milyar dolar hatin xerckirin
09:01 Banga ji bo 9'ê Cotmehê: Dê meşeke girseyî tecrîdê bişikîne
09:00 Şêniyên taxê kom bûn: Em ê tiryakê biqedînin
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2023'YAN
03/10/2023
22:01 Di doza Dîlan Kortakê de dadgehê biryara nepeywirdariyê da
20:55 Doza der barê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê yê berê de hat taloqkirin
20:35 Doza Kobanê: Dê cezayekî çawa li Erdogan bê birîn?
19:15 ‘Em ê li hember sûcên kesên biunîforma bêdeng nemînin'
16:22 Bîranîna Komkujiya Vartînîsê: Ne 30 sal lê 300 sal jî derbas bibin em ê ji bîr nekin!
15:56 Jinên ji ber “Ji Pirsûsê re edalet” xwestin hatibûn girtin, hatin berdan
15:31 MKGP’ê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî da
15:05 Ayşenûr Arslan hate berdan
15:04 Di êrişa Îranê de kolberek hate qetilkirin
14:57 DAD: Divê canên me bên berdan
13:08 Rojnameger Ayşenûr Arslan hate binçavkirin
12:51 Li Rojhilatê û Îranê di meha îlonê de herî kêm 463 kes hatin binçavkirin
12:47 Akin: Ji bo makeqanûneke nû divê rê were paqijkirin
12:33 Li malekê cihazê guhdarkirinê yê aydê miduriyeta polîsan hate dîtin
12:19 Dosyeya ajokarê teqsiyê ku digotin ‘Di pevçûnê de hat kuştin’ 6 sal in nepen e
11:57 Navên kesên di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin aşkerekirin
11:56 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê careke din serlêdan kirin
11:55 DFG: 4 rojnameger hatin girtin û xwegihandina 268 nûçeyan hate astengkirin
11:53 Tundiya polîsan a di çalakiya Dayikên Şemiyê de hate belgekirin
11:07 Doza tacîzkirina 43 xwendekaran: Şahid nehat, danişîn hate taloqkirin
10:57 Polîsekî li Îzmîrê jinek qetil kir
10:41 10 kesên di protestokirina binçavkirinan de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:37 Li Dêrsimê 6 kes hatin binçavkirin
10:36 Têkildarî êrişa Enqereyê li 18 bajaran zêdetirî 90 kesan hatin binçavkirin
10:33 Bandora barîna barana zêde didome
10:25 ENAG: Enflasyon bû ji sedî 95,33
10:24 Burokratê qeyûm ê îthal li pey xwe nelirêtî hişt
10:06 ‘Li cihekî ku azadî lê tê xespkirin nikarin qala makeqanûneke nû bikin’
10:00 Danişîna ewil a rojnameger Merdan Yanardag sibê ye
09:54 Li dijî wêraniya qeyûm banga hevgirtinê kir
09:03 Turkdogan: Hiqûqa li Îmraliyê li Tirkiyeyê pergaleke dualî afirand