Bayindir: Em ê bi têkoşîna hevpar tecrîdê bişkînin

  • rojane
  • 14:56 13 Kanûn 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di civîna gel a Şirnexê de axivî û got: “Divê ku em vî barî tenê li ser milên girtiyan nehêlin. Divê em piştgiriyê bidin vê çalakiye û bi tekoşîneke hevpar tecrîtê bişkînin. Dem dema xiretê ye, dem dema azadiyê ye.” 
 
Li Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna gel li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê li Balafirgeha Şerafettîn Elçî bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştre girse bi konvoyê derbasî Şirnexê bû. Gelek welatî tevli civîna gel ku li eywana avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr hate lidarxistin bûn. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtinê destpêkir.
 
‘TÊKOŞÎN DÊ BIGIHE ARMANCA XWE’ 
 
Dû re Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir axivî. Bayindir, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo tunekirina gelê kurd seferberî ragihandiye û wiha axivî: “Îro di Rojhilata Navîn de gelê berxwedêr gelê kurd her tim di hedefa hêzên desthilatdar de ne û dixwazin ku têkoşina gelê kurd tune bikin. Gelên azadîxwaz her tim di hedefê de ne. Ji ber wê qasî ku ji destê wan tê dixwazin ku têkoşîna gelê kurd lawaz bikin. Lêbelê têkoşineke bêhempa tê dayin û em ji têkoşina xwe bi bawer in û em bi hêz in. Weke her gelekî mafên me jî hene û dayina vê tekoşînê jî weke şîrê dayika me helal e. Îro desthilata AKP’ê û MHP’ê hemû politikayên xwe û hemû aboriya xwe li ser tunekirina gelê kurd bikar tîne. Bi vê hişmendiyê welat bi rê ve dibin. Lê em ji xwe û gelê xwe bi bawer in ku dê ev têkoşîn e bigihe armanca xwe. “ 
 
‘BI TEKOŞINEKE HEVPAR TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
 
Bayindir, di berdewamê de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku erka wan a sereke şikandina tecrîtê ye û wiha got: “Em di qonaxeke girîng de derbas dibin. Îro ji birêz Ocalan agahî nayên standin û birêz Ocalan 25 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Tecrîdeke benavber tê domandin. Ev jî tê wê wateyê ku dewleta tirk çareseriyê naxwaze û peşiya çareseriyê digire. Heta ku tecrît neşikê, heta ku gelê kurd azad nebe em ê tekoşina xwe ya rewa  bidomînin. Îro li her deverên Kurdistanê û cîhanê ji bo şikandina tecrîdê têkoşînek tê dayîn. Di girtîgehan de jî grevên birçîbûnê destepêkirine. Divê ku em vî barî tenê li ser milê girtiyan nehêlin. Divê ku em piştgiriyê bidin vê çalakiye û bi têkoşîneke hevpar tecrîdê bişkînin. Dem dema xîretê ye, dem dema azadiyê ye.” 
 
‘CAREKE DIN HEBÛNA KURD ÎNKAR KIRIN’ 
 
Bayindir, bal kişand ser helwesta Serokatiya Karên Diyanetê û wiha berdewam kir: “Serokatiya Karên Diyanetê bi vê kirina xwe careke din zimanê kurdî û hebûna kurd înkar kir û tune hesiband. Ev hişmendiya inkarker nahêle ku gelê kurd bi ziman û çanda xwe bijî. Ji nexweşxaneyan bigirin heta mizgeftan dixwazin ku li ser gelê kurd politîkaya tunekirinê bidin meşandin. Lê em ê xwedî li çand, ziman û baweriya xwe  derbikevin.” 
 
‘KIRYARÊN GUN DIYAR IN’ 
 
Keskîn Bayindir, bal kişand ser qetilkirina rêveberina qetilkirina rêveberê DEM’ê yê bajarokê Sêgirkê Ahmet Gun jî û got ku kiryar diyar in. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevalê me Ehmed Gun bi awayekî hov hate qetilkirin. Em dizanin ku ji aliyê kê ve hatiye şehîkirin. Kiryarên wî diyar in. Ev kiryar bi çekên dewletê û piştgiriya dewletê dixwazin ku gelê kurd bi girtinan û kuştinan, sirgûn bikin û Botanê vala bikin. Lê em ê Botanê bikin qada azadiyê. Em ê têbikoşin û Botanê bikin qada yekitiya neteweya kurd. Hevalê Ehmed şehidê Kurdistanê ye.” 
 
‘EM BI STRATEJIYEKE NÛ PÊŞBÊRÎ GELÊ XWE NE’ 
 
Keskîn, têkildarî hilbijartinên herêmî jî ev tişt gotin: “Em niha di pevajoya hilbijartinê de ne. Di pêşiya me de civînên gel hene. Me beriya niha civînên xwerexnedayinê bi gelê xwe re li dar xistin. Me li ser van rexneyên gelê xwe amadekariyên xwe yên hilbijartinê kirin û stratejiyeke nû da pêşiya xwe. Em ê bajarên xwe, navçeyen xwe û bajarokên xwe bistînin û qeyuman bişînin Enqereyê. Em ê bi stratejiya xwe ya hilbijartinê mal bi mal bi gelê xwe re bên cemhev. Em ê bi vê stratejiyê xebatên xwe dest pê bikin. Ji bo ku em vê nexşereya xwe pêk neyînin desthilata AKP’ê her astengiyekî ji me re derdixîne. Hatiye rewşeke wisa  ku em her hefteyê navê partiya xwe biguherînin. Lê em astengiyan nas nakin. Me partiya xwe ya DEM’ê ava kir. Em dibêjin dem dema azadiyê ye. Dem dema şandina qeyûman e. Serkeftin ya me ye.”
 
Civîna gel a bi nîqaşan berdewam kir, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Sernavên din

06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn
16:42 Mehmet Îldem piştî 30 salan tehliye bû
16:20 Nobeta Edaletê: Ji bo aştiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:03 Fanêleyên bi destan çêkirin ji bo Îmraliyê şandin
15:51 Bi hinceta ‘têgehiştina wî kêm e’ tehliye nekirin
15:50 Ji bo dozên erdhejê dê sibe li edliyeyan nobet were girtin
15:35 Ji bo 9 parlamenteran fezleke hatin amadekirin
15:32 Doza Demokratîk Modernîteyê hate taloqkirin
15:25 Demîrtaş: Dewlet niha MHP ye û şirîkê wê yê biçûk jî AKP ye
13:21 Doza Ozgur Gundemê hate taloqkirin
13:11 Rêveberên îranî bertekên dijwar nîşanî êrişê dan
13:03 Wezîrê Dadê Tunç têkildarî Can Atalay daxuyanî da
12:52 Dîsa medyaya alîgir dîsa derewa 'nûçeya lezgîn'
12:16 Dadgeriyê biryar da ku nameya girtî Çîftçî ji bo Îmraliyê bê şandin
12:11 ÎSÎG: Di kanûnê de 154 cînayetên kar çêbûn
12:04 Çîftçî: Divê her derdor ji bo girtiyên nexweş nerazîbûnê nîşan bidin
11:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:52 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
11:50 Ahmet Turk: Kurd amade ne, divê deriyên guftûgoyê vekirî bin
11:31 DFG 4 salî ye: Di sala 2023'yan de 280 rojnameger 821 caran derketin pêşberî dadger
10:41 Rojnameger Tara: Li ser Mûsil û Kerkûkê planên parvekirinê hene
09:48 72 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:39 Girtiyên siyasî 39 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 Olan: Gelê Bedlîsê dê di hilbijartinên xwecihî de bersiva desthilatê bide
09:07 Li 6 bajaran çalakiya bi daxwaza 'azadiyê': Em tevkariyê li aştiyê bikin
09:05 Dikandar bi deynan deynê xwe didin
09:04 Ji ber qirêjiya hewayê nikarin bê maske derkevin derve
09:03 Hat gotin ku qeyûmê Mêrdînê 'xeracê' ji karsazan dixwaze!
09:02 Cezayê li qeymeqamê ku Muhammedê 13 salî kuştî hatibû birîn hat pesendkirin
09:01 Canfedaya gelê xwe: Pakîze Nayir
09:01 Cenazeyên Ay û Olçay hatin definkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2024'AN
03/01/2024
22:10 Pêşhilbijartinên DEM Partiyê dê di 13-14'ê Çileyê de bên lidarxistin
22:06 Li Qamişloyê êrişên Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
16:58 Doza destdirêjiyê ku bersûcên wê cerdevanin dîsa dest pê kir