Nobeta Edaletê: Em jin dê Abdullah Ocalan azad bikin

  • rojane
  • 16:19 25 Çile 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku heta hedefên xwe pêk tînin dê li her qadê li ber xwe bidin û wiha gotin: “Em jin dê Rêberê xwe azad bikin.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê yên herêma Serhedê, endamên meclisa partiyê, rêveberiya navçeya Gevaşê û gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
'HETA OCALAN AZAD DIBE DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’ 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di nobetê de axivî û wiha got: “Em ji we minet in. Ev 10 sal in hûn bênavber li dijî vê zilm û zextê têdikoşin. Bi qasî ku hêza me hebe em ê li cem we dayikan cih bigirin. Em ê têkoşîna ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan tenê li ser milê girtiyên siyasî nehêlin. Em li ber hemû dayikan soz didin ku dê vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî û mezin bi cih bînin. Heta birêz Ocalan azad dibe dê ev têkoşîna me bidome. Heta ku pirsgirêka kurd tê çareserkirin em ê vê têkoşînê mezintir bikin. Ev 10 sal in em bi vîneke mezin li dijî vê zilmê disekinin û dê bi hêza vê îradeyê azadiya birêz Ocalan pêk bînin û pirsgirêka kurd çareser bikin. Em siyasetmedar amade ne ku peywirên dikevin ser milê me bi cih bînin.” 
 
Nobet, bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” dom kir.
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 53’yan de berdewam kir. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal, namzetên DEM Partiyê yên Şaredariya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê tev li nobetê bûn. 
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Eren di nobetê de axivî û got ku çalakiya wan ev 2 meh in didome. Eren, wiha domand: “Heta ku tecrîda li ser Rêberê me radibe dê nobeta me bidome. Bi wê hêviyê me ku heke bi rêberê me hevdîtin were kirin dê aştî bê Tirkiyeyê û ev şer bi temamî bisekine.” 
 
DAXWAZ ZELAL E: AZADÎ
 
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal jî çalakiyên rojiya mirinê yên li Zindana Amedê hatin lidarxistin bi bîr xist û wiha domand: “Girtî baş dizanin ku ev rewş ne rewşekî qanûnî ye. Ev yek, nêzikatiya wan a li dijî çareseriya pirsgirêka kurd e. Nêzikatiya li dijî Îmraliyê çawa be, ya li dijî çareserkirina pirsgirêka kurd jî heman e. Daxwaza azadiya birêz Ocalan pir bi zelalî tê kirin.” 
 
Piştre jî çalakvanên nobetê derbasî Eywana Dawetan a Şahê û tev li “Panela Azadiyê ya Jinê” bûn. 
 
EDENE
 
Li Edeneyê jî bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (AATUHAY-DER) Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û di roja 53’yan de berdewam kir. Çalakvan, çûn Mêrsînê û tev li “Panela Azadiyê ya Jinan” bûn. 
 
MÊRDÎN
 
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Gelek kes îro hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û ji Dayikên Aştiyê Şukriye Çetîn diyar kir ku ew dixwazin Ocalan û hemû girtî bên berdan. Çetîn, da zanîn ku neviyê wê wê jî di girtîgehê de ye û ev tişt anî ziman: “Heta ku em sax bin dê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Tu derdên me nekişandîn neman. Heqê tu kesî nîne vê ezyetê bi me dide kişandin. Bila aştiyeke birûmet pêk bê û şer bidin sekinandin. Em azadiya Serok dixwazin.” 
 
Nobeta Edaletê bi gotina stranan berdewam kir. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 52’yan de berdewam kir. Kesên tev li nobetê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Rêveberên DEM Partiyê yên Hezroyê û namzetên Hevşaredariya Hezroyê Hasîbe Yazdik û Erhan Guven û xizmên girtiyan tev li nobetê bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn stranên berxwedanê gotin û helbest xwendin. 
 
Di dema nobetê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, "Bê Serok jiyan nabe” û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 44’an de li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilayîstin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kiribûn û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Ataşehîrê û gelek jin îro hatin serdana nobetê. 
 
‘JI PARADÎGMAYÊ DITIRSIN’
 
Di çalakiyê de beşdaran bal kişand ser têkoşînê û polîtîkaya dewletê vegotin. Welatiyan gotin ku dewlet ji jinan ditirse û ev tişt anîn ziman: “Ji paradîgmaya jinê ya rêberê me Abdullah Ocalan ditirsin. Mêtinger û dewleta dagirker ji hêza jinan û Rêberê me ditirse. Heta ku jin azad nebin dê tu kes ji me azad nebe.” 
 
Gelek jinan jî piştgirî dan çalakiyê. Jinan, got: “Divê em li dijî înkara dewletê hêj bêhtir li ber xwe bidin. Zarokên gelê kurd gelek bedel dan. Divê em jî hêjayî berxwedan û têkoşîna wan bin. Ji Rêberê me agahî nayên girtin. Dewlet bi xwe jî dizane ku çareserî li Îmraliyê ye. Em jin dê rêbertiya xwe azad bikin. Heta ku em armanca xwe pêk tînin jî têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
ÎZMÎR
 
Bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 14’an de li avahiya Nûnertiya DBP’ê ya Egeyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankartên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edeletê tecrîdê bişkînin", "Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan" hatin daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, rêveberên partiyê û gelek welatî hatin serdana nobetê. 
 
'DIVÊ EM LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN LI ÎMRALIYÊ DENGÊ XWE DERXÎNIN’ 
 
Parlamenter Burcu Gul Çubuk anî ziman ku xizmên girtiyan tevî hemû zehmetiyan jî têkoşîna xwe didomînin. Çubuk, diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê û ev tişt anî ziman: “Lê belê faşîzma AKP-MHP’ê li gorî xwezaya xwe di nava bêdengiyeke mutleq de ye. Faşîzma AKP-MHP’ê li girtîgehan zext, tecrîd û sirgun zêde kirine. Ji roja grevên birçîbûnê dest pê kirin heta niha li Girtîgeha Menemenê cezayên qedexeya hevdîtina bi malbatan re tên dayîn. Divê em bêdengiya heyî ji holê rakin. Divê em li dijî polîtîkaya tecrîdê ya li Girtîgeha Îmraliyê dengê xwe xwe derxînin.” 
 
'BILA TECRÎD BÊ RAKIRIN’
 
Ji Dayikên Aştiyê Nufusa Ataç jî destnîşan kir ku gelek caran bi daxwaza edaletê nobet girtine û ev tişt anî ziman: “Li gorî keyfa xwe nêzî edaletê dibin. Em ji bo rakirina tecrîda li ser rêbertiyê li vir in. Nahêlin Rêbertî bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Ev tişt ne tiştekî însanî ye. 40 milyon kurd hene. Heta ku tecrîda li ser wî bi dawî dibe jî dê çalakiyên me bidomin. CPT û Ewropa çima bêdeng in? Em dixwazin ku êdî dengê xwe derxînin û tecrîdê bidin rakirin.” 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Menemenê Ekrem Karakoç jî got ku heta gelê kurd azad nebe dê gelê tirk jî azad nebe. 

Sernavên din

18/02/2024
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan